Girtiyên Filistînî yên ku ji meha nîsanê ve di girtîgehên Îsraîlê de bûn bi awayeke girseyî dawî li greva xwe anîn. Girtî û mehkûmên Filistînî bi daxwaza başkirian şert û mercên girtîgehê û darizandinê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Li Aşkelona Îsraîlê piştî muzakereyên bi demjimêran dirêj kir, aliyan li hev kirin, lê belê agahiyên berfireh ên der barê lihevkirinê de nehatin aşkerekirin.
Hate ragihandin ku ji bo girtiyên Filistînî dawî li greva xwe ya birçîbûnê bînin, bi navbeynkariya Misirê, li Qahîreyê li ser projeyek çareseriyê li hev kirin. Proje pêşkêşê girtiyan hat kirin.
Çakvaniyek ku nexwest navê xwe aşkere bike agahî da AFP’ê û got; “Ji bo rewşa girtiyan li Qahîreyê lihevkirinek pêk hat, lê divê ji aliyê girtiyan ve jî were erêkirin.” Hate zanîn ku proje ji aliyê girtiyan ve hat erêkirin, lê belê naverok nehat aşkerekirin.