Firat: Divê deriyên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin
Firat: Divê deriyên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin
Firat: Divê deriyên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin
Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê û Platforma Piştevaniya bi Kurdistana Sûriyeyê re Seydî Firat ambargoya li ser Rojava û ji bo alîkarî bigihijin herêmê deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê hatin vekirin nirxand û diyar kir ku, vebûna deriyên sînor başe lê ji bo alîkarî ji aliyê Tirkiyeyê ve jî bigihijin herêmê divê deriyên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin.
Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê li ser bertekan ambargoya li hemberî Rojava pêk dianî rakir û ji bo alîkarî bigihijin herêmê di navbara Başûrê Kurdistanê û Rojava de deriyekî sînor hatibû vekirin. Platforma Piştevaniya bi Kurdistana Sûriyeyê re ya ji KCD, rêxistinên BDP, OSP, KADEP, HDK, ESP û EMEP'ê, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcel û Firatê pêk tê hewildanên xwe yên piştevaniyê didomînin. Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û platformê Seydî Firat têkildarî mijdarê ji ajansa nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê re agahî dan û diyar kir ku, vekirina deriyên sînor ên Başûrê Kurdisatanê hatin vekirin ew keyfxweş kirin lê divê ambargoya ji aliyê Tirkiyeyê ve jî pêk tê demildest bê rakirin.
Firat xwest ku deriyên sînor ên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin. Firat da zanîn ku ambargoya pêktê ya aborî û siyasiye û wiha got: "Mafên Kurdistana Rojava tên gespkirin. Ev yek di qada navneteweyî de weke tecrîd tê binavkirin. Dixwazin gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye bikin. Di vê mijarê de me gelek dest bi gelek hewildanan kir. Di aliyê partiyên siyasî de hewildanên me bi CHP, AKP û BDP'ê re çêbûn. Di heman demê de hewildanên me bi Nûnertiya PDK'ê ya Enqere û YNK û partiyên din yên Kurd re jî çêbûn. Em keyfxweşin ku deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê vebûn. Em dixwazin ev derî her tim vekirîbe. Ev yek di heman demê de daxwaza gelê Başûrê Kurdistanê ye. Gelê wir jî gelek êşên mezin kêşandin."
‘PÊWÎSTE DERIYÊN NISÊBÎN, QOSER Û SERÊKANIYÊ BÊN VEKIRIN’
Firat da zanîn ku, daxwaza wan a sereke Deriyê Sînorê yê Nisêbê yê Tirkiyeyê bê vekirin û wiha axivî: "Ji bo alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de bên komkirin bigihijin Rojava divê deriyên sînor ên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê bên vekirin. Heke ev deriyên sînor neyên vekirin dê bibe sedema cudakariyekî din. Em dizanin ku ji herêmên din ên Sûriyeyê û Hamayê re hemû cure alîkarî diçin. Alîkariyên din jî diçin. Lê astengkirina alîkariyên ji herêma kurdan re gelê Kurd qebul nake. Ji bo ambargo bê rakirin û kampanyayên alîkariyê bên rêxistin kirin xebatên me bi rêxstinên civakî yên sivîl re heye."
'DIXWAZIN SERKEFTINA LI ROJAVA JI HOLÊ RABIKIN'
Firat bilêv kir ku, têkildarî alîkariyan de destûra fermî ya hikûmetê tuneye ji bo destûra alîkariyê bigirin hewildanên platformê berdewam dikin û wiha pê de çû: "Têkildarî alîkariyan de tu destûrên hikûmetê yên fermî tuneye. Divê hikûmet tu astengiyan ji alîkariyên bigihijin Rojava nederxîne. Em dizanin ku heke hikûmet bixwaze dê di heman demê ambargoyê rabike. Em baş dizanin ku ji hinek kesan re bi rihetî destûr tê dayîn. Em dizanin ku bi tenê hewildanekê alîkarî tên komkirin. Ev alîkarî naçin herêma Kurdistanê û em dizanin ku digihijînin Humus û Hamayê."