Fîşekên çeteyan li Serêkaniya ser xetê 2 kes birîndar kirin
Fîşekên çeteyan li Serêkaniya ser xetê 2 kes birîndar kirin
Fîşekên çeteyan li Serêkaniya ser xetê 2 kes birîndar kirin
Fîşekên çeteyan ên ji Serêkaniya bi xetê hatin teqandin, li Serêkaniya ser xetê 2 kesên din birîndar kirin. Ji ber tinebûna ambûlans û doktoran li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya ser xetê, xizmên birîndaran bêzar û bi hêrs kir.
Li Rojavayê Kurdistanê navçeya Serêkaniyê, şerê di navbera çeteyên El Nûsra û hêzên YPG'ê de ji ber êrîşa çeteyên El Nûsra derket, bi dijwarî dewam dike. Serêkaniya ser xetê jî ji bombe û fîşekên çeteyên El Nûsra para xwe digire. Bi guleyên çeteyan, duh bi şev li Serêkaniya ser xetê 2 kes birîndar bûn. Salîh Înce (33) yê wezîfedarê ewlekariyê yê taybet li rawestgeha otobusan a li taxa M.Akîf Ersoy û zaroka bi navê Meral Îlerî ya 16 salî jî li mala xwe ya li taxa Bahçelîevlerê bûn hedefa fîşekên çeteyan.
Xizmên Înce û Îlerî, piştî birîndarbûnê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Lê belê li nexweşxaneyê doktor nehat dîtin ku li birîndaran binêre. Ji ber nebûna doktoran hat xwestin ku birîndaran rakin Rihayê, lê vê carê jî ambûlans ne amade bû û birîndar demekê li benda ambûlansê hatin rawestîn. Tinebûna doktor û ambûlansan li nexweşxaneyê ji aliyêxizmên birîndaran ve hat şermezarkirin.