14’emîn Forûma Civakî ya Sa Paolo îsa li paytexta Venezuela Caracasê bi dirûşima “Bila hemû gelên bindest ên cîhanê bibin yek” dest pê kir. Di forûmê de nunerên hemû partiyên çepgir amade bûn. Li ser navê BDP’ê jî Eyup Doru amade bû.
Forûm îsal bi axaftina Serokê Meclîsa Venezuellayê Aristotbulo Isturiz di avahiya Meclîsê de dest pê kir. Ituriz di axaftina xwe de li hemberî kapîtalîzmê banga xurtkirina têkoşîna sozyalîzm û enternasyonalîzmê kir û bal kişand ku ji bo vê yekê zêdetir pêwîstî xebatake kolektîf û piştevaniyê heye.
Yek ji madeyên sereke yên forûmê derbeya leşkerî ya li Paragûayê pêk hat bû. Her wiha pêvajoya şoreşgerî ya li Amerîkaya Latîn a ku Venezuella, Ekvator û Bolîvya pêşengiya wê dike, hatin gotûbêjkirin.
Di forûmê de rewşa Rojhilata Navîn a salekê ku li hemberî kapîtalîzm û neo-lîberalîzmê têdikoşe, pûçkirina hewldanênDYA’yê li Rojhilata Navîn, rola tevgerên şoreşger ên li herêmê jî hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Şoreşger a Kurdan jî hat nirxandin.
Di axaftinê bi navê BDP’ê hatin kirin de bal kişandin ser terora girtinê ya hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê pêk tîne, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî yên li hemberî gelê Kurd tên meşandi. Nunerên BDP’ê bal kişandin ser rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê jî diyar kirin ku dibe hewldanên Tirkiye, Qetar û S. Erebîstan herêmê ber bi şereke navxweyî ve bibin.
Hemû delegeyên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî forûmê bûn jî bal kişandin ku divê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hemû hewldanên emperyalîzmê pûç bikin. Her wiha, hat destnîşankirin ku Kurd axwaza demokratîkbûna Sûriyeyê dikin û rêveberiya Xweseriya Demokratîk dixwazin.
Forûm berdewam dike.