Fransa PKK û YPG'ê nîqaş dike

Fransa PKK û YPG'ê nîqaş dike

Di nîqaşek li Senato û Parlamenta Neteweyî ya Fransayê de Partiya Komunîst, Keskan û Eniya Çep xwestin destek ji hêzên PKK û YPG'ê re bê dayîn. Heyeteke Kurd û Fransî ya bi wekîlan re hevdîtin kir jî heman daxwaz kir. Wekîl û endamên heyetê yên ji ANF'ê re axivîn xwestin PKK ji lîsteya "rêxistinên terorîst" bê derxistin.

Li Senato û Parlamenta Fransayê di 24'ê Îlonê de bêyî dengdanê nîqaş hatin meşandin. Serokwezîr Manuel Valls ê li parlamentê derket pêşberî wekîlan got, "Ya mijara gotinê, têkoşînek demdirêj a li dlijî fanatîzmê ye." Valls da xuyakirin ku alîkarîdayîna Iraqê alîkarîdayîna Fransayê ye û destnîşan kir ku "kengî pêwîst be" ev têkoşîn wê dewam bike. Valls got, "Li dijî Rojhilata Navîn sefereke Rojava, sefereke Xaçî nîne". Ji partiya mûxalefetê ya li rastgiriya navendê UMP'ê François Fillon xwest hikûmet stratejiya xwe zelal bike û got, "Tiştek ji destwerdaneke nîvco xerabtir nîne." Valls da xuyakirin ku Fransa ya tevlî êrîşa hewayî ya li Iraqê bû, li Sûryeyê êrîşeke hewayî nake û got, "Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de wê ti carî nebe hevparê Esad."

ENIYA ÇEP: DAIŞ BERHEMA POLÎTÎKAYA DERVE YE

Parlamenterê Eniya Çep (Front de Gauche) François Asensi, çawaniya derketina DAIŞ'ê lêpirsîn kir, bal kişand ser destwerdanên li Iraq û Afganîstanê û got, "DAIŞ berhema polîtîkaya rojava ya neokolonyalîst a li herêmê ye."

Asensî têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê nirxand û got, "Gelê Kurd ev du sal in, li dijî êrîşên cîhadiyan bi wêrekî li ber xwe dide û banga alîkariyê dikin. Dîplomasiya me di bin zexta Tirkiyeyê de ye ku daxwazên neteweyî yên vî gelî binpê dike." Asensî da xuyakirin ku weke parlametnerên Eniya Çep ew li benda hewldanên bêtirs ên dîplomasiya Fransayê ye û destnîşan kir ku ev yek jî bi têkoşîneke xurt a li dijî dewlet an jî komên destekê didin DAIŞ'ê, wê fînanse dike re derbas dibe.

WEZÎRÊ PARASTINÊ: EM Ê ALÎKARIYÊ BIDIN RÊXISTINBÛYÎNA ARTÊŞA AZAD

Paralelî parlamentê, li Senatoyê jî rûniştineke awarte ya li ser destwerdana li Iraqê hat lidarxistin. Di rûniştina li Senato de, belavoka hikûmetê ji aliyê Wezîrê Karastinê ve hat xwendin. Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku di van saetan de ya pêwîst yekîtî û biryardarî ye û anî ziman ku li Iraq û Sûriyeyê weke "cîhadiyên dilxwaz" 10 hezar biyanî hene. Drian da xuyakirin ku çekên ji Iraqê re hatine şandin di bin kontola Iraqê de hatine kirin û dema behsa çavkaniyên malî yên DAIŞ'ê kir got, "qaçaxçitiya petrolê" dike. Drian der barê pozîsyona hikûmetê ya li ser Sûriyeyê de got, "Helwesta me zelal e: Em ê alîkariyê bidin rêxistinbûyîna Artêşa Azad."

LÎDERÊ PCF: WEZÎFEYA ME DESTEKKIRINA PKK Û PYD'Ê YE

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst (PCF) Pierre Laurent jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Gef û xeterî li Sûriyeyê belav dibe." Laurent bibîr xist ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê bi sed hezaran mirovan xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtine û got, "Eger destwerdana hêzên Kurd nebûya, ev wê sax nemabûna." Laurent rexne li Fransayê kir ku ji aliyê alîkariya însanî ve destekeke têrker nîşan nedaye. Laurent got, "Kurdên li Sûriyeyê bêyî alîkariya navneteweyî hem li dijî guleyên Beşar El Esad hem jî li hemberî koma cîhadî ya xwe weke Dewleta Îslamî dide naskirin, bi tena serê xwe li ber xwe didin" û anî ziman ku Tirkiye li pêşiya derbasbûna penaberan û alîkariya ji aliyê DBP'ê ve tê komkirin, dibe asteng.

Laurent di mezinbûna DAIŞ'ê de bal kişand ser rola Tirkiyeyê û destnîşan kir ku bêyî vê desteka derve ne pêkan bû ku DAIŞ bigihêje rewşa xwe ya îro. Lauret diyar kir ku bi taybetî divê ji hêzên PKK û "PYD" re alîkarî bê dayîn û got, "Wezîfeya me destekkirina hêzên PKK û PYD'ê yên li eniya pêş e." Sektreterê Neteweyî yê PCF bang li hikûmetê kir û pirsa "Hûn ê hînê PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê de rabigirin yan na?" kir.

Laurent bang li hikûmeta Fransayê kir ku "dest ji pêgirtina vagonên NATO'yê berde". Laurent ragihand ku bersiva herî guncaw a li dijî DAIŞ'ê aştî, pêşveçûyîn, demokrasî û piştevanî ye.

LI BER PARLAMENTÊ ÇALAKIYA KURDAN

Di dema rêveçûna van nîqaşan de li nêzî Parlamenta Fransayê komek ji jinên Kurd bi armanca piştgirîdayîna Kobanê û Şengalê çalakî lidar xistin.

Di dema çalakiyê de komek ji wekîlan hatin qada çalakiyê û bi heyeteke ji Kurd û Fransiyan re hevdîtin kir. Heyeta ji Seroka Komeleya Piştevaniya Fransa û Kurdistanê Sylvie Jan, nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalid Îsa, rayedarê Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas û li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê Cemîle Renklîçay pêk dihat, bi wekîlan re hevdîtin kir û daxwazên Kurdan û dosyayek pêşkêş kir. Ji koma Keskan-Europe Ecologie Noel Mamere ya hat cihê çalakiyê jî got, "Ez hatim piştgiriyê bidim we."

WURTZ: PIŞTEVANIYA KURDAN DIKIM

Parlamenterê rûmetî yê Parlamenta Ewropayê Francis Wurtz ku hingî bi awayekî rasthatî ji cihekî nêzî qada çalakiyê derbas dibû, hat qadê û ji ANF'ê re axivî. Wurtz got, "Bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de me" û bi taybetî bal kişand ser rewşa Şaredariyên DBP'yî yên penaberên ji Şengal û Rojava vedihewînin. Wurtz ragihand ku ev şaredarî bi derfetên kêm mirovan vedihewînin û pêwîste bi wan re piştevanî were kirin. Wurtz greva birçîbûnê ya wekîlên Kurd a li Cenevreyê ku ji bo alîkariya însanî ya lezgîn a ji bo Kobanê dane destpêkirin bibîr xist û got, "Ez destekê didim vê daxwazê."

Hevserokê Koma Ekolojîst Leo Cohen û Parlamenterê Partiya Çep François Asensi, endamê Konseya Şaredariya Parîsê Jerome Gleizes û Serokê Komeleya Berxwedê û Şervanên berê yên Ermenî ku di sala 1917'an de hat avakirin Antoine Bagdikian jî hatin qadê û piştgirî dan Kurdan. Seroka Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamenta Fransayê Danielle Auroi jî şêwirmendekî xwe şand û piştgiriya xwe nîşan da. Leo Cohen li daxwazên heyetê guhdarî kir û anî ziman ku ew piştgiriyê didin wan. Cohen anî ziman ku parlament jî di nav de ew amade ne li cihên cuda jî hevdîtinan bikin.

MAMERE: DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN

Di dema hevdîtina heyet û wekîlan de Noel Mamere li nûnerê PYD'ê vegeriya û got, "Hûn mexdûrê xumamiya Tirkiyeyê ne", Xalid Îsa jî diyar kir ku Tirkiye bi trenan çek û tankan dide DAIŞ'ê. Îsa da zanîn ku Fransa alîkariyeke xurt a çekan dide komên Sûriyeyî lê ti alîkarî nedaye Kurdan. Nole Mamere jî diyar kir ku wan gelek caran xwestine PKK ji "lîsteya rêxistinên terorîst" bê derxistin û got, "Hebûna PKK'ê di nava lîsteyê de paradokseke". Mamere destnîşan kir ku yekane hêza îro li dijî DAIŞ'ê şer dike, PKK ye.

ASENSI: DIVÊ TIRKIYE DEST JI LÎSTINA DU ALÎ BERDE

François Asensi jî da xuyakirin ku pêwîste welatên weke Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar dest ji lîstika "du alî" berdin û got, "Tirkiyeyê ti carî helwesteke zelal nîşan nedaye." Asensi xwest derfet ji Kurdên li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin re bê dayîn.

JAN: PÊWÎSTE PYD WEKE MÛXATABEKÎ CIDÎ BÊ QEBÛLKIRIN

Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Fransa û Kurdistanê Sylvie Jan jî ji ANF'ê re axivî û got, "Rola me afirandina hestyariya însanî ye." Jan xwest hikûmeta Fransayê bi berpirsyarî rabe û got, "Fransa, di serî de YPG divê bersivê bide banga hêzên Kurd û destekê bide hêzên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin." Jan bang kir ku PYD weke mûxatabekî cidî û girîng bê qebûlkirin û xwest PKK ji lîsteya "terorê" bê derxistin û tavilê alîkariya însanî ji Rojava re bê şandin. Jan diyar kir ku divê li hemberî welatên destekê didin cîhadiyan pêkanîn werin kirin û bi taybetî bal kişand ser Tirkiyeyê.

XALI ÎSA: ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIVÊ BI YPG'Ê RE DI NAVA KOORDÎNASYONEKÊ DE BÊN KIRIN

Nûnerê PYD'ê Xalid Îsa jî da xuyakirin ku YPG zêdeyî 2 sal in li dijî "terorîstan" şer dike û anî ziman ku di vê têkoşînê de heta roja îro ji kesî alîkarî nehatiye girtin. Îsa diyar kir ku ew êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê hatin kirin bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Lê belê eger tê xwestin ku êrîşên hewayî serketî be, divê Koalîsyon bi hêzên YPG'ê re di nava koordînasyonekê de be." Îsa diyar kir ku êrîşên heyî kêm in û got, "Di serî de li dijî tankan divê derfetên parastinê pêşkêşî YPG'ê bên kirin. Her wiha ji bo Kurd karibin li ser xaka xwe bijîn, alîkariyên însanî werin pêşkêşkirin."