Fransayê komkujiya Cezayîriyan a li Parîsê bi fermî nas kir

Fransayê komkujiya Cezayîriyan a li Parîsê bi fermî nas kir

Serokomarê sosyalîst yê Fransayê Françoîs Hallande, komkujiya di 17’ê cotmeha 1961’ê de li Parîsê di xwepêşendana Cezayîriyan de polîs pêk anîbû bi fermî nas kir. Hollande qurbaniyên komujiyê bi bîr anî.

Bi wesîlaya salvegera komkujiyê di 17’ê cotmehê de serokomar Françoîs Hollande bi daxuyaniyeke 3 hevokî bi awayekî fermî komkujî nas kir.

Hollande wiha wiha got: “Di 17’ê cotmeha 1961’ê de Cezayîriyan ji bo mafê xwe yên serxwebûnê çalakî pêk anîn û di dema çalakiyê de hatin kuştin. Komar van bûyeran bi awayekî fermî nas dike. Ji vê trajediyê 51 sal şûnde em rêzê nîşanê qurbanan bidin.”

Piştî dehan salan şûnde cara yekemîn serokomarekî Fransayê gotinên wisa bi kar tîne. Hollande sala borî gotibû ku ev trajedî nayê qebûlkirin. Ji bo ev trajedî bi awayekî fermî bê nasîn îmze avêtibû kampanyaya ji aliyê Medîapart ve hatibû destpêkirin.

Cezayîrî di 17’ê cotmeha 1961de li kolaneke nijadperestan ku qedexeya derketinê lê hebû derketin kolanan û nerazîbûnên xwe yên rewa nîşan dan.

Ji ber biryara li hemberî serxwebûnxwazên Cezayîrî hatibû girtin, derketina kolana ji seat 20.30 heta 05.30 li Cezayîriyên Misilman hatibû qedexekirin.

Nêzî 30 hezar Cezayiriyên ku piştgirî didan serxwebûna Cezayîrê, jin û zarok jî di nav de, di 17’ê cotmehê de daketin kolanên Parîsê. Çalakî ji aliyê Eniya Rizgariya Netewî ya Cezayîrê (FLN) ve hatibû organîzekirin. Lê polîsên komara “nûjen” a Frenseyê komkujiyek tirsnak pêk anîn.

Lê organîzatoran ji çalakgeran xwestibûn ku bi tu awayî çek an jî tundiyê bi kar neynin. Di encama êrişa polîsan de bi dehan kes winda bûn, heta mirinê li gelek kesan xistin. Li gorî dîrokzanan nêzî 300 kes jiyana xwe ji dest dane. Piştî çalakiyê 12 hezar kes hatin binçavkirin.