Wezîrê Derve yê Franse Laurent Rabius got ku ji bo amadekirina dema piştî Beşar El Esad, ew bi Rûsyayê re di nava gotûbêjan de ne.
Fabius ji radyoyaFrance Inter re axivî û got; “Rûs jî kesayeta Beşar el Esad naxwazin.” Wezîrê Frensî diyar kir ku lê Rûsyayê ji dema piştî Esad bi guman in û hesas in. Fabius got; “Gotûbêj li ser vêe yekê têne kirin”.
Sûriye ji adara 2011 ve di nava rageşî û tundiyê de ye. Heta niha komên muxalîf ên bi alîkariya welatên rojava, Tirkiye û Qetarê tevdigerin, nekarîne piştgiriya gelê Sûriyeyê qezenç bikin. Ev kom herî zêde di bin bandora Birayên Misilman de maye.
Her çendî herî dawî Kurdek kirin serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê, lê dîsa jî nekarî piştgiriya Kurdan û kêmarên din ên li welêt bigire.