Hevser û keça Yaser Erefat ji bo mirina ji bo mirina Erefat li dadgehek a Parîsa paytexta Franseyê gilî kirin. Suha û Zehra Erefat bawer dikin ku Erefat di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest daye.
Suha û Zehra Erefat ku li Parîsê dijîn, diyar kirin ku Erefat di nexweşxaneyek a leşkerî ya Franseyê de bi madeya polonyumê hatiye jehrîkirin û xwestin ev bûyer were lêpirsîn.
Parêzerê malbatê Pierre-Olivier Sur di daxuyaniya da de, ragihand ku ew dixwazin ku sir û razên mirina Erefat bên aşkerekirin û rastî were ronîkirin.
Meha borî, rayedarên Filistînî biryar dabûn ku gorra Erefat were vekirin. Beriya vê biryarê, li ser tiştên ku Erefat beriya mirinê bi kar anîbû, jehra polonyum-210 hatibû dîtin.
Ev madeya polonyum pir kê tê dîtin, herî dawî di sûîqesta li hemberî muxalîfê Rûs Alexander Litvinenko de hatibû karanîn.
Bijîşkên Frensî, aşkere kiribûn ku Erefat di encama nexweşiyên xwînê de û derbûna xwîna mejî de jiyana xwe ji dest daye.
Rêberê Filistînê Yaser Erefad di 24’ê tebaxa 1929 de ji dayîk bû, tevahiya temenê xwe diyarî têkoşîna azadiya Filistînê û ji pêkanîna aşitiyê kir. Di 11’ê mijdara 2004 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.