Franse îro ji bo tûra duwemîn a hilbijartinên parlementoyê diçe ser sindoqan
Piştî hilbijartina tûra duwemîn a ku dê îro pêk bê, dê endamên nû yên Meclîsa Neteweyî ya Franse ya ji 577 kursiyan pêk tê diyar bibin. Partiyên dixwazin piraniya dengan werbigiri, divê herî kêm 289 kursiyan bi dest bixin.
Lê li gorî pêşniyan, dê koma Sosyalîstan a di bin serokatiya Serokkomarê Franse François Hollande de weke di tûra yekem, di ya duwemîn de jî bi ser bikeve. Tê diyarkirin ku ger Partiya Sosyalîst (PS) bi tenê nekarî piraniya dengan bi dest bixe, dê bi partiya Keskan re hikûmeteke koalîsyona ava bike.