Saziya Ramanê ya DYA’ê Freedom House di rapora xwe ya dawî de rewşa Tirkiyeyê mîna welatekî ‘piçek azad’ binav kir. Saziyê destnîşan kir ku welatê herî zêde rojnamegeran û muxalîfan davêje zindanê Tirkiyeyê ye û ev hewldana Tirkiyeyê wekî ‘nîvazad’ pênase kir.
Saziya ramanê Freedom House rapora xwe ya derbarê Tirkiyeyê de aşkere kir û Tirkiye mîna welatekî ku tenê ji hin aliyan ve azad e bi nav kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi taybet ji bo girtinên demdirêj ên kurdan, rojnamevan, xwendekaran, sendîkavanan û endamên artêşê di warê azadiya civakî de nota Tirkiyeyê puanekê hatiye daxistin.
Di rapora ku Tirkiyeyê mîna ‘tenê ji hin aliyan ve azad’ e de nota di warê azadiya siyasî de mîna berê ma. Saziya ramanê di rapora xwe de ragahand ku Tirkiyeya di katagoriya ‘Ji hin aliyan ve azad’ li gor sala borî di warê azadiya civakî de bi paş ketiye. Di raporê de hate destnîşankirin ku azadiya civakî di bin rîskê de ye û derbarê Tirkiyeyê de ev nirxandin hate kirin:
“Serokwezîr Erdogan di destpêka desthilatdariya xwe de ji bo destnedana mafên sivîl û hilbijartinên adil hin gav avêtin û di warê mafê kêmaran de hin gav avêtin. Lê di demên dawî de hikûmeta Erdogan bi hinceta ku dewletê û hikûmetê dikin hedef bi sedan rojnamevan, akademisyen, endamên partiyên muxalif û dîsa bi hinceta di nava amadekariyên komployan de ne gelek endamên artêşê avêtin zîndanê. Di mijara rojnamevanên girtîgehê de Tirkiye yekemîna cîhanê ye. Ji ber vê yekê jî fikarên parêzvanên demokrasiyê di warê azadiya ramanê û serweriya darêzgeriyê de hene.”
Saziya ramanê Freedom House ku ji sala 1972’an ve têkildarî pêşketinên cîhanî raporan der barê mafê mirovan û azadiyan de amede dike herî dawî di sala 1979’an de Tirkiye mîna welatekî azad bi nav kiribû.
Di rapora Freedom Housê de têkildarî rewşa cîhanê agahî hatin dayin. Li gor raporê 4 milyar mirov li welatên ‘ne azad’ an ‘ji hin aliyan ve azad’ dijîn. Li cîhanê 90 welat ‘azad’, 58 welat ‘ji hin aliyan ve azad’, û 47 welat jî ‘ne azad’ hatine kategorîze kirin. Dîsa ji sedî 43’ê mirovên cîhanê li welatên ku di warê azadiya civakî û siyasî de azadin dijîn. Di raporê de tê destnîşankirin ku welatên xwe bi hêzên navnetewî ve girê didin zêde dibin.
Her wiha di raporê de Rûsya mîna weletekî ‘bê azadî’ tê binavkirin û nota wê ya azadiya civakî û azadiya siyasî di rêjeya herî jêr de ye. Di warê azadiyê de herêmên herî baş weke rojavayê Ewropayê, yên herî xirab jî Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê hatine nîşandan.
Dîsa Macarîstan, Efrîka Başûr, Ûkrayna, Azerbeycan û Qezekîstan weke welatên rewşa neyînî serdest dibe tên binavkirin. Dewletên rewşa wan herî xirab jî wiha hatin rêzkirin: Gineya Ekvator, Erître, Koreya Bakûr, Ozbekîstan, Somalî, Sûdan, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Tirkmenîstan û Çîn.
Saziya ramanê Freedom House destnîşan dike ku tevî ‘Bihara Erebî’ jhi li dewletên mîna Tûnis, Misir û Libyayê ji aliyan ve pêşketin heye û ji hin aliyan ve jî rewş xirabtir dibe.
Dewletên ku rewşa azadiyan ber bi xirabûnê ve diçe jî mîna Behreyn, Îran, Libnan, Erebîstana Siûdî, Sûriye, Yekîtiya Emîratên Ereb û Yemen hatin rêzkirin.