'Fûhûş polîtîka dewletê, narkotîk jî qiyameta polîsan e'
'Fûhûş polîtîka dewletê, narkotîk jî qiyameta polîsan e'
'Fûhûş polîtîka dewletê, narkotîk jî qiyameta polîsan e'
Bi pêşengiya DOKH'ê jin li dijî fûhûş, narkotîk û ajankirinê li konê li axa Xaçort a Wanê hatin cem hev û destnîşan kirin ku ewê ti carî rê nedin destavêtin, destdirêjî û fûhûşê.
Civata Wanê ya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, fûhûş, narkotîk û ajankirinê li Taxa Xaçortê kon veda.
Li binê kon, bi nîşandana sînevîzyonê re beşdarên çalakiyê der barê van polîtîkayên dewletê de hatin agahdarkirin. Jin û ciwanan jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe yên li ser rêbaza têkoşînê bilêv kirin.
Jiyan Abî da xuyakirin ku bi van polîtîkayan re mafên jinan tên talankirin û got, "Li Kurdistanê bi destê dewletê fûhûş tê kirin, bi vê ve girêdayî mafê jinê tê talankirin. Emê li dijî vê derkevin. Em dixwazin êdî dawî li fûhûşê bê anîn. Fûhûş polîtîkaya dewletê, narkotîk jî qiyameta polîsan e."
Dîlan Abî jî ragihand ku jinên li herêmê bi fûhûşê re rû bi rû dimînin û diyar kir ku li her derê çeteyên fûhûşê hene. Abî destnîşan kir ku ew ji vê rewşê gelekî bêzar in û ji bo li dijî vê derkevin, çi ji destê wan were, ewê bikin."
Çalakiya kon dê sibê bi şahiyekê bi dawî bibe.