Futbolvanên Kurd ji bo Rojava derdikevin maçê
Futbolvanên Kurd ji bo Rojava derdikevin maçê
Futbolvanên Kurd ji bo Rojava derdikevin maçê
Piştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê, bi rê û rêbazên cûda dewam dike. Futbolvanên Kurd ên li Ewropayê, wê bi vê armancê maçekê bileyzin. Di vê çarçoveyê de wê sibê êvarê li bajarê Elmanya Bonnê maçek were lîstin û hatineyên vê maçê jî ji bo pêdiviyên bingehîn ên rojane, ji Rojava re werin şandin. Der barê mijarê de rayedarên KurdSport.eu bang li Kurd û dostên wan ên li bajarên derdorê dijîn kirin ku werin maçê temaşe bikin.
Yekitiya Sportvanên Kurd li Ewropayê (KurdSport.eu) ku beriya niha bi demeke kurt ava bû, bi armanca xwedîderketina li Kurd û gelên din ên li Rojava rastî komkujiyê tên, maşeke futbolê organîze kir. Maça futbolê wê di navbera tîma tevlîhev a ji futbolvanên Kurdistanî yên di klubên cûda yên Elmanyayê de dileyzin û tîma Bonn Dêrsimspor a di lîga herêmê ya Bonnê de têdikoşe, were lîstin. Hemû hatineyên vê maça taybet wê ji gelê Rojava re bên şandin.
JI KURTSPORT.EU BANGA JI BO KURDISTANIYAN
Rayedarên KurdSport.eu yên maçê organîze dikin bal kişandin ser wateya manewî ya maçê û anî ziman ku ew dixwazin hem berxwedana Rojava silav bikin hem jî hatineyên wê kêm be jî ji bo tedarikkirina pêdiviyên rojane yên gelê li wê derê, bişînin. Rayedaran bi vê armancê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li derdora bajarê Bonnê dijîn kirin ku ji bo temaşekirinê beşdarî maçê bibin.
Maç wê sibê êvarê saet di 19.00 de, li stadyûma li navnîşana Hohe Str. Tannenbusch 53119 / Bonn, were lîstin.