G20 ji krîza Euroyê bi guman e

G20 ji krîza Euroyê bi guman e

Rêberên cîhanê di çarçoveya civîna bilind a G20 li Meksîkayê civiyan, ji bo derbaskirina krîza aboriyê ya herêmê Euroyê bang li Ewropayê kir tedbîran bigire. Welatên endamên soz dan ku ji bo welatên bi pirsgirêkên butçeyê re rû bi rû ne, 456 milyar dolar bidin IMF’ê.

Krîza li herêma Euroyê heye, mora xwe li civîna bilind a welatên G20 a li bajarê Los Cabos ya Meksîkayê pêk hat xist. Rêberên beşdarî civînê bûn bal kişandin ku ev krîza li Euroyê heye, ji bo aboriya cîhanê xeteriyek mezin e û bang li Ewropayê kirin ku tedbîrên pêwîst bigire.

Rêberên ji bilî yên YE’yê bal kişandin ku krîza Euroyê di serî de DYA û Çîn, hemû welatên cîhanê yên pêşketkî, li ber pêşketinê dixe nava tengasiyan.

Tê payîn ku piştî civîna bilind encamnameya ku dê banga ji bo bi hev re tevgeriyana gerdûnî ya di mijarên mezinbûna aborî û afirandina îstîhdamê de cih bigirin, bê weşandin.

Ji aliyek din ve, Seroka Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Christine Lagande, aşkere kir ku 12 welatên endamên G20 ên ku li Meksîkayê bûn, soz dane ku ji bo welatên pirsgirêka wan a butçeyê heye 456 milyar dolar bidin IMF’ê.