Gel bi karwanan ber bi Helebçeyê ve diherike
Gel bi karwanan ber bi Helebçeyê ve diherike
Gel bi karwanan ber bi Helebçeyê ve diherike
Girseya di nav de parlementerên BDP'ê jî hene ji bo tevlî salvegera Komkujiya Helebçe bibin bi karwanan ber bi Helebçeyê ve diherikin.
Parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane û Nazmî Gur, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê, PÇDK, RJAK, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Hekhev, Gencanî Welatparezên Kurdistan û şêniyên Kampa Mexmûrê û gelek kesên din serê sibê bi karwanan ber bi Helebçeyê ve derketin rê.
Li Helebçeyê bi boneya 25'mîn salvegera komkujiyê merasimek ya bîranînê ji bo şehîdên komkujiyê tê lidarxistin. Ji van yek hikûmeta herêmê organîze dike ya din jî gelê Helebçeyê yên dibêje hikûmeta herêmê tenê di salvegera komkujiyê de wan bibîrtîne û bi pirsgirêkên kesên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn û gelê Helebçeyê re eleqedar nabe organîze dike.
Parlementerên BDP'ê yên li ser vexwendina hikûmeta herêmê çûn herêmê, dê tevlî bîranîna fermî bibin û rêxistinên din jî dê tevlî bernameya gelê Helebçeyê li dar dixe bibin.