Gel careke din mohra Dibistana Ferzad Kemanger şikand
Gel careke din mohra Dibistana Ferzad Kemanger şikand
Gel careke din mohra Dibistana Ferzad Kemanger şikand
Li navçeya Rezan a Amedê gel careke din mohrên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku ji aliyê Walîtiyê ve hate mohrkirin şikandin.
Dibistana Seretayî Ferzad Kemanger a ku roja Duşemê hatibû vekirin û heman rojê hatibû mohrkirin gel mohrên dibistanê şikandibûn û perwerdeyê destpê kiribû. Lê polîsan piştî mudaxaleya tund dibistan careke din mohr kiribûn.
Deriyê dibistanê ji aliyê gel vê careke din hat vekirin. Hezarî zêdetir kesên ku li ber avahiya DBP’ê ya Amedê kom bûn bi meşê çûn dibistanê û gel li vir mohra dibistanê careke din şikand.