Gel çû Mabeda Nuh a li Cûdî ya 33 sal e çûna wê qedexe bû
Gel çû Mabeda Nuh a li Cûdî ya 33 sal e çûna wê qedexe bû
Gel çû Mabeda Nuh a li Cûdî ya 33 sal e çûna wê qedexe bû
Di pirtûkên pîroz de û di gelek efsaneyan de ku tê behskirin piştî Tufana Nuh cihê ku cara yekem keştiya Hz. Nuh û yên li gel wî lêsekinine, êdî ji kesên ku bixwazin werin li çiyayê Cûdî îbadeta xwe pêk bînin vekiriye.
Derketina gel a ziyaretkirina mabedê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû qedexekirin û gelek caran derdora mabedê dihat bombebarankirin piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê mabeda Hz. Nuh a li sere çiyayê Cûdî ji bo îbadeta gel hat vekirin.
Li xaka ku cara yekem keştiya Nuh lê sekiniye û jêre “Safine” tê gotin, gelê têziyareta mabedê, li wir fatiheyan dixwîne û nimêj dike şûnde dizivirin. Her wiha hat ragihandin ku goristaneke gerîlayanên di şeran de jiyanaxwejidestdane li wirheye.
Mabedeya Nuh a çiyayê Cûdî ku bi sedsalane ji aliyê gel ve her sal di meha Tîrmeh û Tebaxê de dihat ziyaretkirin, piştî Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hatibû qedexekirin.
Heya sala 1984’an gelê ku bi şêweyekî veşartî diçû ziyaretê piştî ku ji aliyê leşkeranve bi giştî hate qedexekirin ev 29 sal e kes ne dikarî biçe vê herêmê.