Gel di herike qadên Newrozê
Gel di herike qadên Newrozê
Gel di herike qadên Newrozê
Li Wan, Çewlîk, Merdîn, Dêrsim û Serêkaniyê bi 10 hezaran kes bi cil û bergên xwe yên rengîn qadên Newrozê. Bi 10 hezaran kes bi silogana "Ji Ocalan re azardî ji Kurdan re statû" diherikin qadên Newrozê.
Îsal ji ber ku bi pevajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a diyalog û çareseriyê Newroz tê pîrozkirin rolek dîrokî lê hatiye barkirin. Ji ber vê rola dîrokî li bendê ye ku bi milyonan li qadên Newrozan ji bo Azadriya Ocalan û Statûya Kurdan biqîrin. Newroza îsal a 2013'an dê li nêzî 140 navenan bê pîrozkirin. Li Wanê li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê ji niha de bi 10 hezaran kes kom bûn û Newrozê pîroz dikin. Zêdeyî 100 hezaran welatiyên ku ji 32 taxên Wanê û gundên Wanê li tax û kolanan kom bûn ber bi Qada Newrozê ve diherikin. Ligel barana zêde dîsa welatî bi cil û berên xwe yên neteweyî û tevlî Newrozê dibin. Li Çewlîk, Mêrdîn, Dêrsimê jî di hezaran welatî di saetên serê sibê de bi cilên xwe yên herî xweşik diherikin qadên Newrozê. Li navçeya Serêkaniyê jî dê gelê Rojava û Şoreşa Gel silav bikin.
WAN
Di saetên serê sibehê de ji 32 taxên Wanê û gundên derdorê bi 10 hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û herî xweşik xwe xemilandin û berê xwe dan Keleha Wanê. Refên ku ji hezaran pêk tên li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê li hev kom dibin û dibin lehî. Zêdeyî 100 hezar welatî li Parka Çandê kom bûn û li gel barana zêde Newrozê pîroz dikin. Ji bo -Newroza bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re Statû" bê pîrozkirin, gel bi coş û heyecanek mezin ji 32 taxan diherikin qadan. Ji ber barana zêde piraniya welatiyan bi sîwanan û bi cilên xwe yên nenteweyî yên rengîn qada Newrozê xemilandine. Dîsa li qada Newrozê pankart, dowîzên ku Kurd daxwazên xwe yên azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman vekirin. Dîsa al û nepoxên kesk, sor û zer û alên PKK'ê û konfederalîzmê hatin vekirin. Gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên mezin hatin vekirin.
Bi 10 hezaran kesên ku li ber Midûruyeta Polisan a berê li hev kom bûn, bi meşek mezin heta qada Parka Çandê ya Newrozê meşiyan. Bi hezaran di nokteyên lêgerînê yên polîsan re piştî lêgerînê derbasî qada Newrozê dibin. Girse bê navber ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siloganan berz dikin. Bi yek dengî silogana "Ji Ocalan re azadî" diqîrin.
Li qadê ji bo pêdivyên welatiyan 40 WC yên seya hatin avakirin. Bi dehan dezgehên xwarinê hatin avakirin. Li dervê qadê li gelek nokteyan flamayên kesk, sor û zer ên li ser "Bijî Newroz", "Newroz pîroz be" hatiye nivîsandin tên firotin.
Bi taybetî jinan bandajên ku li ser alên Konfedaralizimê û "Apo" hatiye nivîsandin li situyê xwe û serê xwe girêdane. Herikîna qada Newrrozê didome. Girse bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "An azadî an azadî", "Ji Ocalan re azadî" berz dikin.
LI ÇEWLÎKÊ BI HEZARAN KES DAKETIN QADA NEWROZÊ
Li Çewlikê jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" li taxa Yenîmahalle ji bo pîrozbahiya Newrozê tev bi hezaran kes kom bûn. Piraniya ciwan û jinan balê dikişîne. Ji bo ewlehiya Newrozê ciwan û jinên ku ji aliyê BDP'ê ve hatine peyvirdarkirin, tedbîrên mezin girtine. Li qada Newrozê pankartên "Çareseriya Demokratik û Ji Ocalanê re azadî" û "Bi Rizgariya Demokratik ber bi Jiyana Azad" daliqandin. Beriya pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê.
Li Warê rengan Mêrdîn bi hezaran welatî diherikin qada Newrozê. Bi hezaran welatî diherikin qada Rawestgeha Taxsiyê ya Yenîşehîrê qada Pîrozbahiyê. Girseya ku diherike qada Newrozê di 2 nokteyên lêgerînê re derbas dibin. Ji gelek navçeyên derdorê jî welatî ji bo tevlî Newrozê bibin berê xwe dan Mêrdînê. Li Qada Newrozê pankarta "Ji Serxetê em Binxetê silav dikin" vekirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî ji serê sibehê de bi hezaran welatî li Parka Musa Anter kom bûn. Li qada Newrozê pankarta mezin a "Bijî Yekîtiya Neteweya Kurd a li Rojhilata Navîn" vekikirin. Herîkîna qada Newrrozê berdewam dike.
LI DÊRSIMÊ BI HEZARAN DIHERIKIN QADA NEWROZÊ
Li Dêrsimê jî Newroz bi silogana "Bi Rizgariya Demokratik ber bi Jiyana Azad" Newroz tê pîrozkirin.
Ji bo mîtînga Newrozê ji serê sibehê de bi hezaran welatî kom bi kom, ref bi ref berê xwe dan Qada Newrozê Qada Seyit Rıza. Beriya pîrozbahî destpê bike bi hezaran kesên li Qadê kom bûn li dora muzîkê govend gerandine. li Qada Newrozê pankartên "Bi Rizgariya Demokratik ber bi Jiyana Azad" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" û "Newroza sima bimbarek bo" û "Ji Dersimê heta Gaziyê, ji Helebçê heta Roboskiyê emê hemû komkujiyan pûç bikin" vekirin. Ji bo pêxistina agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê êzîng hatin komkirin. Polîsan li derdorê qada Newrozê detbîrên mezin girtine.