Gel goristana zarokên xwe ji nû ve çê kir
Gel goristana zarokên xwe ji nû ve çê kir
Gel goristana zarokên xwe ji nû ve çê kir
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê bi tevlîbûna hezaran kesan “Goristana Şehîd Egîd Suruç” a li Çiyayê Bagokê ku ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû xirabkirin, ji nûve çêkir. Bi hezaran welatiyan gorên endamên HPG'ê ji kevirên taybet ên Mîdyatê ji nûve çêkirin. Dayîka Aştiyê Celile Ozen, got ger ku pêwîst be ewê ji bo parastina hestiyên zarokên xwe bibin kevirêi gorê.
"Goristana Şehîd Egît Sûrûç" li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku demek beriya niha ji aliyê welatiyan ve hatibû çêkirin û cenazeyên 43 endamên HPG’ê lê hatibûn definkirin, di 2'yê Îlonê de ji aliyê leşkeran bi fermana Waliyê Mêrdînê hatibû xirabkirin. Leşkeran her wiha kevirên gora Ahmet Ugurlu (Egît Suruç) hilweşandibûn.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê piştî hilweşandinê bi hezaran kesên ku di nava wan de rêveber û endamên Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, şaredarên BDP'ê yên navçeyên Mêrdînê, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, nûner û rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER, HDK, Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Bajar jî hebûn, duh ji Mêrdînê bi karwanekî mezin di Nisêbînê re derbasî Çiyayê Bagokê bûn.
Welatiyên ku şeva xwe li Bagokê derbas kirin, li gel astengiya polîsên tirk jî heta goristanê meşiyan. Bi hezara kesan liv ir bi xîz, çîmento, tûxla û amûrên din ên înşaatê dest bi avakirina gorên hatine hilweandin kirin. Di vê navberê de li goristanê alên KCK û HPG'ê û Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Di dema çêkirina goristanê de helîkopterên artêşa tirk jî bênavber di ser girseyê re firiyan. Piştî ku çêkirina gorina û goristanê temam bû, li ser deriyê daketina goristanê nivîsa “Goristana Şehîdan a Egîd Suruc”, alên KCK û HPG'ê hatin daliqandin. Piştre jî li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di mersima ku sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin de, Endama Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Celîle Ozen axivî û diyar kir ku hewce bike ew ê bibin kevirên gorên zarokên xwe û wiha got: "Çiqas dewlet gorên me wêran bike bila bike, em ê her tim ji nûve çêbikin."
Serokê Rêxistina BDP'ê Reşat Kaymaz jî xwest ku herkes baş zanibin ku şehîdên wan dîrok nivîsandiye û wiha dom kir: "Şehîdên Kurdistanê di dilê gelê kurd de cihê xwe girtine. Şehîdên me dîrok ji nûve nivîsandin. Dewlet êdî ji hestiyên şehîdên me jî ditirse."
Piştî axaftinan merasîm bi siloganên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan na be", "Bijî berxwedana Bagokê" bidaqî bû.