Gel ji Pirsûsê ber bi sînor dimeşe

Gel ji Pirsûsê ber bi sînor dimeşe

Li ser banga DBP’ê  ji bajar û navçeyên cuda vê sibehê bi hezaran kes gihiştin Pirsûsê û ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê.

Li ser banga DBP’ê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê  bi hezaran kes hatin Pirsûsê û girse ber bi sînorê Kobanê ket rê.

Çalakiya nobedê ya ev pênc roj in li nuqteyekê dewam dike, wê îro li seranserê sînor belav bibe. 

DBP’ê duh daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedana Kobanê têkoşîna hebûnê ye û bang li hemû rêxistinên navend û navçeyan kiribû ku wê biçin Pirsûsê.