Gel li ber dibistana Kurdî dest bi nobetê kir
Gel li ber dibistana Kurdî dest bi nobetê kir
Gel li ber dibistana Kurdî dest bi nobetê kir
Cara duyemîn mohrkirina yekem dibistana Kurdî ya bi pêşengiya Mala Piştevaniya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger hat avakirin, bi meşeke ku bi hezaran kes tevlî bûn hat şermezarkirin. Piştî meşê gel li dibistanê dest bi nobetê kir.

Ji bo şermezarkirina duyemîn car mohrkirina yekem dibistana Kurdî ya bi pêşengiya Mala Piştevaniya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a li Amedê ji bo perwerdeya bi Kurdî hat vekirin îro di saetên êvarê bi hezaran kesên li ber Avahiya Bajêr a DBP’ê civiyan ber bi Mala Piştevaniya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan ve meşiyan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên navçeyan, rêxistina DBP’ê ya Bajêr, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr, Egîtîm Sen, Kurdî-Der û gelek kes tevlî meşê bûn.

Di meşa ber bi Mala Piştevaniyê ya Ferzad Kemanger de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK hatin hildan û bênavber dirûşmayên, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkeve”, “Bêziman jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Girseya gel a li ber Mala Piştevaniya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger civiyan girtina dibistanê şermezar kirin. Li ser navê Kurdî-Der Rifat Ronahî ku axivî, got: “Li gel hemû astengiyan gelê Kurd çil sal in ji nirxên xwe dest bernedaye. Bi têkoşînê qedexe şikandin.”
Hevserokê Şaxa Amedê ya Egîtîm-Sen Yildirim Aslan jî got: “Ev dibistan wê bibe yekem dibistana Neteweya Demokratîk.”
Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Zubeyde Zumrût jî got ku wê girtina dibistanê qebûl nekin. Piştî axaftinên hatin kirin gelê ket dibistanê li dijî cardin girtina dibistanê li ber deriyê dibistanê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Piştî daxuyaniyê ciwanên li ber dibistanê radiwestan rastî mûdaxeleya polîsan hatin. Ciwanan jî li hemberî mûdaxeleya polîsan a bi ava şid, gaza îsotan û guleyên plastîk bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan.
Piştî mûdaxeleya polîsan pevçûnên destpê kirin hat ragihandin ku ciwanekî navê wî nehat zanîn bi guleya plastîk a polîsan avêt birîndar bû û bi ambulansê ew birin nexweşxaneyê.
