Gel li Erxeniyê ber bi depoya ji bo DAIŞ cebilxane dişîne ve meşiyan
Gel li Erxeniyê ber bi depoya ji bo DAIŞ cebilxane dişîne ve meşiyan
Gel li Erxeniyê ber bi depoya ji bo DAIŞ cebilxane dişîne ve meşiyan
Li navçeya Amedê Erxanî gel ber bi depoya ku hat diyarkirin ji bo çeteyên DIAŞ alîkariya çekan û leşkerî dişîne ve meşiyan. Girseya gel a bi pêşengiya rêxistina DBP a Erxanî, Şankuş, Çêrmûk û Gêlê ve hatin gel hev, ber bi depoyê ve meşiyan, polîsan li ser rêya Çêrmûk êrîşê girseyê kir.
Li navçeya Erxeniya Amedê piştî ku îdiayên Tirkiye alîkariya cebilxaneyê bi çeteyên DAIŞ'ê re dike, bi pêşnegiya DBP'a Erxeniyê û bi hatine nêzî hezar kesên ku ji Şankuş, Çêrmûk û Gêlê hatin ber bi depoya cebilxaneyê ya li Tirkiyeyê cebilxaneya mezin a duyemîn ve meşiyan. Gel bi wesayîtan xwestin ber bi cebilxaneyê ve biçin. Bi sedan polîsên çevîk bi TOMA û wesayîtên zirxî rê girtin. Li ser vê astengiya polîsan welatî ji wesayîtên xwe peyabûn bi meşê ber bi cebilxaneyê ve meşiyan.
Girse bi dirûşmên "Gelê Kobanê ne tenê ye" dest bi meşê kirin û ber bi qada leşkerî ve meşiyan.