Gelê Amedê ber bi Pirsûs ve ket rê
Gelê Amedê ber bi Pirsûs ve ket rê
Gelê Amedê ber bi Pirsûs ve ket rê
Welatiyên Amedê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê vala derxin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kobanê ber bi sînor ve ketin rê.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşan li Kantona Kobanê ya Rojava kirin gelê Bakurê Kurdistanê ji bo êrîşan vala derxin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kobanê, diçe sînor. Ji bajarên herêmê welatî bi derfetên xwe ber bi sînor ve diçin û li Amedê jî bi dehan wesayît ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.
Piştî biryara DBP'ê li taxan komeleyên hemwelatiyên azad dan destpêkirin û welatiyên li ber avahiyên DBP'ê hatin cem hev bi wesayîtan ber bi sînor ve bi rê ketin.
Dê li ber avahiyên DBP'ê yên bajar û navçeyan wesayît bên sekinandin û welatiyan ber bi sînor ve bibin. Heya niha gelek welatî bi wesayîtan ber bi sînor ve bi rê ketin. Li navçeya Rezan a Amedê heya niha du otobusên mezin û mînîbûsek welatiyên li ber avahiya navçeyê dê ber bi sînor ve bibin. Dîsa li ber avahiya DBP'ê ya bajar jî otobus disekine û piştî demek şunda dê welatiyan ber bi sînor ve bibe.
Li navçeyên Sur, Peyas û Yenîşehîrê jî dê seatên pêş de welatî ber bi sînor ve biçin.