Gelê Cizîrê dibistana xwe ya alternatîf vekir
Gelê Cizîrê dibistana xwe ya alternatîf vekir
Gelê Cizîrê dibistana xwe ya alternatîf vekir
Ji bo perwerdeya zimanê dayikê yek ji cihên pîlot hatibû hilbijartin Cizîr bû û li Cizîrê Dibistan Seretayî ya Bêrîvan bi tevlibûna hezaran kesî vebû.
Li Cizîrê îro ne ji bo dibistanên dewletê, bo dibistanên Kurdî zingilê dibistanê lêda.
Bi hezaran kesên zarokên xwen neşandin dibistanên dewletê, destpêkê li ber Şaxa Cizîrê ya Kurdî-Derê meşiyan ber Midûriyeta Perwerdehiyê. Di meşê de parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê, hevşaredarên Cizîrê, rêveberê KCD, KESK, Egîtîm-Sen, Maper, Goş-der, Meya-Der, Kurdî-Der, Tuhad-Der, Oldarên Botanê, Dayikê Aştiyê, Baro, Ses, DOKH û NÇM’ê tevli bûn.
Li ber Midûriyeta Perwerdê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê girseyê rêveberê Kurdî-Der yê Cizîrê Abdurrahman Aşkin axivî û got qedexekirina zimanekî tê wateya qedexekirina gelekî û got ziman nasnameya gelane, gelê ku zimanê xwe wenda bike, çand û rûmeta xwe jî wend adike. Aşkin daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û got ji ber vê yekê dibistanan boykot dikin.
Piştî daxuyaniyê girse meşiya Taxa Nur. Li wir dibistana Seretayî ya Berîvan hat vekirin. hevşaredar Leyla Îmret axivî û got: “Êdî dibistanên me hene. Zarokên me dê li vir bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Divê em xwedî li dibistanên xwe derkevin. Bila ser xêrê be.
Faysal Sariyildiz jî da zanîn ku ev dibistan di encama têkoşîna gelê Kurd de hatiye qezenckirin.
Piştî axaftinê dibistan hat vekirin û xwendekar li polê xwe geriyan.