Gelê Dîgor sifrayên xwe bi Şengaliyan re parve dikin

Gelê Dîgor sifrayên xwe bi Şengaliyan re parve dikin

 

Gelê Dîgor, di çarçoveya kampanyaya ji aliyê rêxistina DBP’ê ya Dîgor û Şaredariya Dîgor ve tên meşandin sifraya xwe bi Şengaliyan re parve dikin.

Rêxistina DBP’ê ya Dîgor û Şaredariya Dîgor di çarçoveya kampanyaya alîkariya ji bo Şengalê ku berhev kirin anîn depoya Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark.

Piştî çeteyên DAIŞ bi armanca komkujiyan êrîşî Şengalê kir, bi armanca alîkariya însanî ya ji gelê Şengalê re ji Bakurê Kurdistan û metrropolên Tirkiyeyê alîkarî didomin.

Rêxistina DBP’ê ya Dîgor ku bi Şaredariya Dîgor re dest bi kampanyaya alîkariyê kirin, kelûpelên zad û qût ên bingehîn û her wiha paç û mamaya zarokan,  kinc, pêlav û hwd. hatin komkirin gihiştin depoya Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark a Amedê.

Alîkariyên li vir tên komkirin paşê ji Rojava û Şengalê re tên şandin.

GIRTÎ BI ŞENGAL Û ROJAVA RE DI NAV PIŞTEVANIYÊ DE NE

Girtî jî bi awayekî aktîf beşdarî alîkariya ji gelê Rojava û Şengalê re dibin. Alîkariyên ku girtiyên li girtîgehên Înebolu, Umraniye, Samsun Bafra û Tokat kom kirin gihiştin Rojava û Şengalê.

Li gel vê îro du kamyon alîkariya însanî ji Kantona Kobanê re hatin şandin.