Gelê Efrînê ji bo koçberan seferber bû
Gelê Efrînê ji bo koçberan seferber bû
Gelê Efrînê ji bo koçberan seferber bû
Piştî ku ji taxên kurdan ên bajarê Helebê bi hezaran welatiyan ji ber topbaranê û êrîşên komên çekdar koçî Efrînê kirin, di serî de Meclîsa Gel a Efrînê û şêniyên bajêr ji bo ku pêdiviyên penaberan bicîh bînin, ketin nava seferberiyê. Hejmara kesên sivî lên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 7’an. Li hemberî êrîşên li ser taxên Kurdan jî TEV-DEM’ê hişyarî da komên çekdar û rejîmê.
Piştî ku li Taxa Şêxmeqsud ku piranî kurd lê dijîn, di navbera komên çekdar û hêzên rejîmê de pevçûn derketin û tax hat top baran kirin, şêniyên taxê neçar man ku koç bikin. Di encama topbaran û pevçûnên di 29’ê Adarê destpê kir û 17 kesan jiyana xwe ji dest da 84 kes jî birîndar bûn de, bi hezaran welatiyan jî koç kirin.
Piraniya welatiyên ku koç kirine jî berê xwe dan bajarê Efrînê. Di encama vê penaberiyê de jî li bajarê Efrînê dîmenek bi êş û xemgîn derketiye holê.
Li hemberî vê yekê Lijneya Penaberan a Meclîsa Gel ji bo ku pêdiviyên penaberan bicîh bîne ket nava liv û tevgerê. Her wiha şêniyên bajêr jî bi heman armancê tevlî xebatan bûn. Di vê çarçoveyê de ji bo ku tu penaber li derve nemînin avahî, dibistan û cihên din ên stargehê hatin amadekirin. Her wiha pêdiviyên jiyanî hatin amadekirin.
Rayedaran diyar kirin ku her çiqasî ji bo niha pirsgirêk hinekê hatibin çareserkirin jî, pêdivî bi alîkariya madî û manewî heye.
TEVDEM’Ê HIŞYARÎ DA REJÎM Û KOMÊN ÇEKDAR
Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê siyaseta ku rejîma Baas li bajarê Helebê dide meşandin û taxên kurdan kirine cihê pevçûnên bi komên çekdar re de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di encama pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de sivîlan zirar dîtiye û hate gotin ku hêzên muxalefetê yên îdîaya parastina sivîlan dikin jî bi pêkanînên xwe sivîlan naparêzin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek jî rê li ber kuştina sivîlan, wêraniyê û koçberiyê vedike.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di encama pevçûn û topbaranên 3 rojên dawî de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan jî birîndar bûne, her wiha bi hezaran malbatan piranî berê xwe dane Efrînê.
Di daxuyaniyê de êrîşa rejîmê ya li ser sivîlan hate şermezarkirin û bang li rejîma Baasê hate kirin ku dest ji van pêkanînên xwe berde. Di daxuyaniyê de her wiha ji komên çekdar hate xwestin ku ji Taxa Şêxmeqsûd derketin û ji gel jî hate xwestin ku tedbîrên xwe bigire.
Li hemberî îdîayên wekî “gel bê bawer bûye” jî di daxuyaniyê de nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin ku, ev îdia nerastin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê heta yek sivîl jî li taxê hebe wê parastinê bike û wiha hat gotin: “Bila gelê me ku guh nede gotegotan. Em dê heta dawiyê li kêleka gelê xwe bin. Bila hemû gelê Kurd destê alîkariyê dirêjî gelê Şêxmeqsûd bike.”