Gelê Hauoranî tune dibe, li benda alîkariyê ywe!

Gelê Hauoranî tune dibe, li benda alîkariyê ywe!

Gelê Huaranî yê ku li daristanên tropical ên Ekvatorê debara jiyana xwe bi nêçîrvanî û berhevkirinê dikin, ji ber şîrketên petrolê bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Huoranî yek ji 13 neteweyên li Ekvatorê ye. Gelek caran weke Waoranî an jî Waodanî tên binavkirin. Yek ji du qebîleyên dawiyê yên ku li daristanên tropîkalê debara jiyana xwe bi nêçîrvanî û berhevkirinê dikin. Piraniya wan têkiliya wan bi cîhanê re tune ye. Lê cih û warê wan, heta jiyana wan bi gefên şîrketên petrolê yên ji hikûmetê piştgirî digin re rû bi rû ne.

Lê li hemberî vê jî Hauoranî ji bo parastina darisatanên xwe bi biryar in. Bi sedan sal in daristanên Amazonê diparêzin. Ev herêma Parc National Yausnî an jî Biosfer Rezervî, ji bo hemû cîhanê çavkaniyek dewlemend a karbonê ye.

Huaoranî dibêjin; “Me berê welatê xwe bi rimên ji daran diparast. Niha jî em li ser malpera Change.org bi kampanyaya daxwaznameyan diparêzin, pêwîstiya me pê heye.”

EM ALÎKARÎ JI WE DIXWAZIN

Di daxwaznameya gelê Huaoranî de wiha tê gotin; “Berê, me axa xwe bi rimên ji daran li hemberî şîrketa petrolê Texaco (bûye Chevron) ya di salên 1970’yan de hat vir diparast. Di roja îro de em weke gelê Yausnî Huaoranî mala xwe, çavkaniya jiyana xwe daristanên xwe Omeyê bi rêbazên nû diparêzin.”

EM ŞÎRKETÊN PETROLÊ, RÊ , BROKRATAN NAXWAZIN

Gelê Huaorunî, şîrketên petrolê, kolon, rê, leşker, hêzên ewlekariê, kesên daristanan dibirin, brukrat û her tişê tu ruê daristanan xirab dikin, naxwazin û tenê dixwazin bi çanda xwe ve di nava azadî û hevsengiyê de bijîn. Ji ber wê jî li cihên daristanî belav bûne û jiyana xwe didomînin.

Di daxwaznameyê de tê gotin; “Ji bo em ji bo axa xwe milkiyeteke qanûnî bi dest bixin, her wiha em bikarin li Omeyê li gorî daxwaz û dilê xwe bijîn, pêwîstiya makeqanûna Ekvatorê bi reforman heye. Qedera me û qedera Yasunî yek e. Ger em bê ax bimînin û em nekarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, em nikarin hebûna xwe bidomînin. Ger ne ji Hauoranî daristanên Yasunî nikarin werin parastin.”

Hûn jî piştgirî bidin gelê Hauoranî: http://www.change.org/fr/p%C3%A9titions/presidente-de-la-republica-de-ecuador-stop-destroying-yasuni-rainforest-something-must-remain-for-the-huaorani?utm_source=action_alert&utm_medium=email&utm_campaign=dNJFemxccN&alert_id=dNJFemxccN_CDuPIDITiH