Gelê Licê nehişt helîkopter dakeve cihê operasyonê

Gelê Licê nehişt helîkopter dakeve cihê operasyonê

 Li herêma Liceya Amedê operasyona leşkerî bi tevlîbûna helîkopteran berdewam dikin. Helîkopterên ku xwestin li ser giran deynin, ji ber ku gel derket ser giran û gir kirin bin kontrola xwe destûr nedan ku helîkopter dakevin xwar.

Li herêma Pişê Kevir û gundên Kelwas), Cidezûz û Dibekê bi tevlêbûna gelek leşker û balafiran operasyon hat destpêkirin. Operasyona ku bi piştgiriya helîkopteran serê sibê dest pê kiribû berdewam dike. Piştî operasyonê dest pê kir Rêxistina BDP'ê ya Licê û gelê Licê bi maşîneyan çûn herêma operasyonê û xwestin operasyon bi dawî bibe.

Serokê BDP'ya Licê Harun Erkuş diyar kir ku ew niha li herêma operasyonê ne û bombebaran rawestiyaye. Erkuş, diyar kir ku leşkeran xwestiye ku nêzî herêma operasyonê nebin, lê gel jî bersîva "Yên divê ku herêma operasyonê terk bike hûn in, ne em in" daye leşkeran. Erkuş, da zanîn ku rageşiya di nava leşker û gel de berdewam dike.

Dema ku helîkopteran xwest leşkeran li herêmê bi cih bike, welatiyên ku girên mezin xistin kontrola xwe destûr nedan ku helîkopter dakevin jêr û leşkeran bi cih bike. Dema helîkopteran xwest leşkeran deyne xwar, gel bi siloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" qêriyan û destûr nedan.

Li aliyê din karwana Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî gihişt herêma operasyonê. Ligel hemû astengiyan rawestîna gel a li herêma operasyonê berdewam dike.