Gelê Mêrîwanê piştgirî da Rojava
Gelê Mêrîwanê piştgirî da Rojava
Gelê Mêrîwanê piştgirî da Rojava
Komkujiya çeteyên El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan dike, li her devera Kurd lê dijîn bi nerazîbûneke tund tê şermezarkirin. Li bajarê Merîwanê, bi armanca şermezarkirina êrîşa çeteyan xwepêşandanek hat lidarxistin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Merîwanê, bi armanca şermezarkirina êrîş û komkujiyên çeteyê El Qaîdeyê li Rojavayê Kurditanê, duh êvarê xwepêşandanek hat lidarxistin.
Girseya gel a li navenda bajêr li hev kom bû, dowîzên bi nivîsên komkujiya çeteyan danî erdê û ji bo bîranîna sivîlên di komkujiyê de hatin kuştin, find hatin vêxistin.
Bi sedan beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Rojava nîşan dan.