Dengdana ji bo tûra duwemîna referandûma makeqanûna li Misirê ku ji ber xwepêşandan û pevçûnan rê li ber nakokiyan vekiriye, dest pê kir.
Ji bo tûra duwemîn a referandûmê derdora 250 hezar polîs û leşker hatine peywirdarkirin û li her derê tedbîrên ewlekariyê hatine xurtkirin.
Dijberên Serokdewlet Muhemed Mursî bi xwepêşandanên li seranserê welat li dar dixin, diyar dikin ku makeqanûna nû nunertiya hemû gelê Misirê nake û dixwazin referandûma “makeqanûna oldar” were betalkirin.
Lê Birayên Misilman ku Mursî jî endamê wê ye, îdîa dikin ku dê ev makeqanûna nû aramî û demokrasiyê bînin welêt.
Tûra yekem a ji bo dengdana referandûmê roja 15’ê berfanbarê pêk hat. Di tûra yekem de ji sedî 38’ê hilbijêran çûn ser dindoqan. Di tûra yekem a referandûmê de ku li paytext Qahîre û Îskederiye û eyaletên din ên welêt pêk hat ji 25 milyonan 8 milyon û 176 hezar kes çûn ser sindoqan.
Alîgirên Birayên Misilman a ku Serokkomar Muhemed Mursî jî di nav de ye, îdîa dikin ku 4,6 milyonan dengê “Erê” û 3,5 milyonan jî dengê “Na” bi kar anîne.
Lê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Muxalîfan dibêje ku ji sêyan yekê hilbijêran dengê “Na” bi kar anîne.
Encamên fermî yên hilbijartinê dê piştî tûra duwemîn a hilbijartinê ku dê roja duşemê hefteya tê pêk bê, bên aşkerekirin.