Gelê Mûşê berbi gîrtîgehê ve meşiyan

Gelê Mûşê berbi gîrtîgehê ve meşiyan

Girtiyên Girtigeha Tîpa E ya Mûşê, ji bo zextên li ser girtiyan şermezar bikin îsyan pêk anîn û li girtîgehê şewat derxistin. Piştî di îsyanê de 7 girtî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê Gelê Mûşê meşiya ber girtîgehê. Bi sedan welatiyên li ber Nexweşxaneyê kom bûn bi siloganan heta Girtîgehê meşiyan.
Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ji ber ku cilên wan ên herêmî û pirtûkên wan ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatin desteserkirin îsyan derxistin. Jinên ku li odeyan îsyan derxistin nivîn û bataniyên xwe dan ber agir û şewat derxistin. Di şewatê de 7 girtiyên jin birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Hat zanîn ku li beşa zilaman a girtîgehê jî îsyan berdewam dike. Piştî 7 jinên girtî yên birindar rakirin Nexweşxaneya Dewletê nêzî 500 welatî li ber nexweşxaneyê kom bûn û heta Girtîgehê meşiyan. Bi sedan kesên meş pêk anîn silogan berz kirin û sirûda "Çerxa Soreşê" xwendin. Girtiyên li girtîgehê jî bi silogan û çepikan piştgirî dan welatiyan. Girseya ku li ber girtîgehê çalakiya xwe didomînin, li ber girtîgehê agir pêxistin. Dema girse rawestiya ambulansek ji girtîgehê derket. Hat zanîn ku di ambulansê de 2 girtiyên birindar hebûn. Disa maşina rîngê jî ji girtîgehê derket. Parêzerê ÎHD'ê Mensur Işik û Kadîr Karaçelik derbasî girtîgehê bûn.

BERÊ LI ODEYAN KAMERA HATIBÛN BIÇIHKIRIN

Girtiyên ji doza  PKK'ê û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê berê jî diyar kiribûn ku li odeyên wan kamera tên bicihkirin û bertekên xwe anîbûn ziman. Heri dawî hefteyaborî girtiyan bi riya telefonê diyar kiribûn ku rayedarên girtîgehê radyo, pirtûk, cilên wan ên herêmî desteser kiribûn.

Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê ya Mûşê Omer Ozun, xwest demek berî demekê pêkanînên keyfî yên li ser girtiyan bi dawî bibin.

'PÊKANÎNÊN GUATEMALA TÎNE BER ÇAVAN'

Rêveberê ÎHD'a Mûşê Prz. Kadir Karaçelik jî anî ziman ku pêkanînên li ser girtiyan tê meşandin ji pêkanînên Guatemala xerabtirin û wiha got: "Bicihkirina kamerayan a li odeyan pir xerab e. Ev pêkanin binpekirina mafê jiyana taybet e. Dewlet li ser girtiya îşkenceya derûnî dimeşîne û ev nayê qebûlkirin.