Gelê Nisêbînê 'Dîwarê Şermê' hildiweşîne
Gelê Nisêbînê 'Dîwarê Şermê' hildiweşîne
Gelê Nisêbînê 'Dîwarê Şermê' hildiweşîne
Bi hezaran welatiyên ku bi kevir, dar ber û biviran meşiyan ser sînor, dîwar parçe dikin.
Di çalakiya ku girse meşiya ser sînor û dîwar parçe dike de polîs û jendermeyan bi bombeyên gazê mudaxale kir û pevçûn derket.
Di meşe ku Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmed Tirk, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, Serokên Şaredariyan, xebatkarên çandê yên li Qoserê û Nisêbînê xebatên di dim maşan din beşdar bûyîn de pankarta li ser “Emê dîwarê şermê li serê KT’yê de birûxîni”, “Emê tola Geverê rakîn” hatîn nivîsandin hilgirtin.
Di meşa ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û PKK’ê hatîn hilgirtin de bê navber sloganên “Bijî serok Apo”, “ Em Kîne”, “ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û “ Bîjî berxwedana YPG’ê” avêtin.
Di dema maşê de ji derdor gelek polîs vegûstin li Nîsêbînê û piştî meşê mitîngê destpêkir.
Di dema ku Parlementera BDP’ê ya Êlihê dest bi axivtinê kir, gel dest bi xirakirina dîwarê şermê kir. Girseya milê din yê sinor jî alîkarî da gel. Bi vê bûneyê polîsan bi gazê û ava şit êrîşî gel kir. Hat ragihandin ku ji ber êrişa polîsan gelek kes birîndar bûne. Şahidekî bûyerê de da diyar kirin ku dema êrişa polîsan de bombeya gazê li serê kesekê ketiye.
Pevçûn didomin.