Gelê Nisêbînê û Qamişloyê li dijî dîwar bûn yek deng
Gelê Nisêbînê û Qamişloyê li dijî dîwar bûn yek deng
Gelê Nisêbînê û Qamişloyê li dijî dîwar bûn yek deng
Diwarê şermê yê ku dixwazin di navbera Nisêbîn û Qamişlo de lêbikin li ser sinorê Nisêbînê û Qamişloyê hat protesto kirin. Bi rexmê astengiyên polîsan jî bi hezaran kes meşiyan û gelê Qamişloyê jî piştgirî dan meşê.
Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê de bi hezaran welatiyên xwestin meşê pêk bînin û li ber dîwar çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bi hezaran kesên ku li Kolana Şirinê li hev kom bûn, xwestin diwarê şermê yê li ser sînorê Nisêbînê ku di navbera Qamişlo û Nisêbînê de tê avakirin bi meşê şermezar bikin. Girseya ku li Kolana Şirînê dest bi meşê kirin û ber bi Dîwarê Sînor ve meşiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, KCK rakirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhilan Serokê me Ocalan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin.
Girsê dîsa di meşêde pankartên "Em destûr nadin dîwarê şermê" û "Li Kurdistanê dîwar şîn nayên" bilind kirin. Li kolana Çaçanê polîsan bi maşîneyên TOMA girse rawestand û destûr neda meşê. Piştî niqaşan 2 saetan berdewam kir, polîsan bi TOMA û ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û xwest girsê belav bike. Bi mudaxaleya polîsan re di navbera girsê û polîsan de şer derset û pevçûn li nava kolanan belav bû.
Li aliyê din bi hezaran welatiyên li bin Xetê li aliyê Qamişlo kom bûn wan jî heta sînor meş pêk anî û li bin xetê daxuyanî dan çapemeniyê.