Gelê Pencewînê 15’ê Sibatê şermezarkir
Gelê Pencewînê 15’ê Sibatê şermezarkir
Gelê Pencewînê 15’ê Sibatê şermezarkir
Xelkê qezaya Pencewîn ya ser bi bajarê Silêmanîyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek dan. Daxûyani ji aliya Tanya Penncewînî ve hat xwendin. Bî sedan hemwelatîyen Pencewîn tevlî daxuyanîyê bûn.
Li qezaya Pencewîna girêdayî Bajarê Silêmanîyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daxûyaniyek ji aliyê komeley Gencanî Welatparêzên Kurdiastan ve hat organîzekirin. Daxûyanî ji aliyê Tanya Pencewînî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev 14 sal li ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln re derbaz bûn, armanca vê komloyê xilaskirina gelê Kurd bû, lê ev komplo bi ser neket. Gelê Kurd û Rêberê wê ev komplo vale derxist.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, ev komploya ku hatî kirin ji aliyê dewletên Ewropî ve hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Em hemû ew dewletên ku destê wan dinava vê komployê de heye şermezar û ruswa dikin.” Gelê ku bejdarî çalakiyê bûyîn posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PÇDK, PJAK, Komelên Ciwan, RJAK hilgirtin. Her wiha pankartên nivîsên: “ Me bi Rêber Apo destpêkir em dê bi Rêber Apo serbikevin” û “Nefret li hevparên komploya15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo” li ser heyî hatin rakirin.
Partiya Çareserî Demokratîk ya Kurdistanê, Encûmenî Jinanî Azad, Culaneywey Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêkxirawî Jinanî Azadîxwazî Kurdistan beşdarî daxuyaniyê bûn û peyamên xwe dan.
Daxuyanî bi durişmeyên ” Bijî Rêber Apo”, “Kesek Nikare Roja me Tari bike”, “Hewarî hemû kurdan Azadî bo Ocalan”, “ Azadî Azadî bo Ocalan Azadî” bi dawî bû.