Gelê Qendîlê çû serdana Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr

Gelê Qendîlê çû serdana Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr

Gelê Qendîlê, bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana Goristana Şehîdan Mehmet Karasûngûr û kulîlk danîn ser gorên gerîla.

Gelê Qendîlê yê li Başûrê Kurdistanê, bi wesîleya cejna Remezanê çû serdana goristanên gerîla. Girseya gel a çû serdana Goristana Şehîdan a Mehmet Karasûngûr, kulîlk danî ser gorên gerîla. 

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Fatîha hat xwendin û axaftin hatin kirin.

Mafê axaftinê yê destpêkê Şêx Mehemed Bestê wergirt û cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir. Bestê da xuyakirin ku ew deyndarên şehîdane ku ew anîne roja îro û got, "Eger îro li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê heye, li Rojhilatê Kurdistanê gel têdikoşe, li Başûrê Kurdistanê Kongreya Netewî pêk tê û li Rojava ji bo şoreşê têkoşîneke lehengî tê dayîn, ev hemû bi saya şehîdên me ne. Kurden bi tenê bimîne jî, wê xwedî li mîrateya şehîdan derkeve."

Bestê êrîşên li Rojava jî nirxand û diyar kir ku li ser navê ol ciwanên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê tên xapandin, li Tirkiyê tên perwerdekirin û li Rojava li dijî gelê xwe tê bikaranîn û kuştin. Bestê bang li oldaran kir ku gel li dijî êrîşên bi maskeya olî li dijî Rojava tên kirin, hişyar bikin û got, "Weke gelê Kurd, me Îslama rastî parastine û bicih anîne. Îslama rastî û rast li Kurdistanê destpê kiriye."

Endamê Komîsyona Welatiyên Azad Marûf Resûl jî cejna gel pîroz kir û erîşên çeteyan ên li Rojava li dijî gel dikin û dewletên piştgiriyê didin van çeteyan şermezar kir. Resûl got, "Bi taybetî em Tirkiyê şermezar dikin ku piştgiriyê dide van hêzan. Êrîşa ti hêzan wê gelê Kurd ji têkoşîna xwe venegerîne. Gelê Kurd wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bike û li ber xwe bide."

Piştî Resûl, dayika gerîlayê di têkoşînê de jiyana xwe ji dest da Direxşan Îbrahîm Azîz jî bal kişand ser êrîşên li Rojava û bang kir ku kes li hemberî vê bêdeng nemîne.

Li dû axaftinên bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo", şekirê cejnê hat belavkirin. Serdan bi kuîlkdanîna ser gorên gerîlayan, bi dawî bû.