Gelê Qendîlê çûn ser goristana Mehmet Karasûngûr

Gelê Qendîlê çûn ser goristana Mehmet Karasûngûr

Li Qendîlê bi bonêya cejna Qurbanê îro gelê Qendîl û gelê Qeledizê çûn goristana Mehmet Karasongur û şehîdên xwe bi bîr anîn. Her wiha malbata 3 şehîdan jî amede bû. Gel di serîda deqîqeyek ji bo giyanê şehîdan rawastiyan û fatîha xwendin. Piştre endamê PÇDK’ê Garzan Dêrsim axaftinek kir.

Li Başûrê Kurdistanê binarê Qendîlê gel biboneya Cejna Qurbanê çûn goristana Mehmet Karasongur û şehîdên têkoşîna azadiya Kurd bibîra nîn. Merasima bîranînê bideqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û di merasimê de endamê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) Garzan Dêrsim axivî. Dêrsim got: “Îro ji bo em şehîdê xwe bi bîr bînîn em li vî cihê pîroz hatine gel hev. Îro eger li her çar parçeyê Kurdistanê pêşketinê ku hatine çêkirin û gelê Kurd ber bi azadî û ber bi demokrasiyê diçe ev bisaya Serokatî û saya van şehîdên me ne.

Dêrsim anî ziman ku, “Îro li Bakûrê Kurdistanê demeke proseyê aşitî destpêkiriye. Ev jî bi ked û têkoşîna Serok Apo hatiye destpêkirin. Ev saleke gelê Kurd di hemû aliyan de destê xwe yê aşitiyê dirêj kiriye. Lê belê devlata Tirk dîsa jî polîtîkaya xwe ya xapandin de ber dewam dike. Îro em dîbînîn ku Dewlata Tirk û hindek partiyê ku ji bo xwe dibêjin, em kurdin, lê belê  alîkarî didin çeta û dişînin ser gelê me yê Rojava. Li Rojava jî, gelê Kurd di hemû zor û zehmetiyan de têkoşîna xwe berdawam dikin û serî li ber kesek natewînin. Em jî wek gelê başûr em dê heta dawiyê xwedî li mîrasê şehîdên xwe derkevîn.”

Piştr bavê sê şehîdan Mihemed Zûdî axivî û got: “Em bi şehîdê xwe ser bilindin. Şehîd şehîdê Kurdistanê ne. Dijminên Kurd bi êrîşên xwe yên hovane dixwazin Kurdan têk bibin, lê belê gelê Kurd ti car bin nakeve û her tim wê xwedî li şehîdê xwe derkeve û di rêka wan de wê bimeşe.

Peyre jî dayîka sê şehîdan Emîne Mehemed Nejad  sirûda “Ey şehîd” got û merasim bi durûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bidawî bû.