Gelê Rojava herikî ser goristanan

Gelê Rojava herikî ser goristanan

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên komên çete ên li ser navê Îslamê tevdigerin û li dijî kurdan komkujiyan pêk tînin, Cejnra Remezanê pîroz nakin. Li tevahiya bajaran welatiyên ku pîrozbahiyan nakin, berê xwe dan ser “goristanên şehîdan”

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civakî bi daxuyaniyan eşkere kirin ku ji ber êrîşên komên çete û bîranîna welatiyên hatine qetilkirin û şervanên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane Cejna Remezanê pîroz nakin, îro li herêmê cejin nehat pîrozkirin. Li bajarên Rojava ku kolan hemû vala ne, welatiyan jî di demjimêrên serê sibehê de berê xwe dan “Goristanên şehîdan” û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.

QAMIŞLO

Duh êvarê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan welatî çûn Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselûnê û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di axaftinên ku li vir hatin kirin de, hate destnîşankirin ku gelên herêmê bi saya cangoriyan azadiyê hatiye van rojan û niha di nava aramiyê de jiyan dike. Di axaftinan de soza şopandina rêya “têkoşerên azadiyê” hate dayîn û banga bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Îro jî di demjimêrên serê sibehê de bi sedan welatiyan cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Gorîstana Şehîd Delîl Saruxan defin kirin û gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.

TIRBESPIYÊ

Di demjimêrên serê sibehê de rêveber û endamên saziyên girêdayî TEV-DEM û Saziya Malbatên Şehîdan, li gundên Girê Pirê, Digira û Til Cih, girêdayî bajêr goristan û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane  ziyaret kirin. Di axaftinên li ser goristanan de soza şopandina pêşeng û cangoriyên azadiyê hate dayîn.

AMÛDÊ

Bi sedan welatî di demjimêrên serê sibehê de çûn Goristan Şehîd Îsmaîl û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di ziyareta ku rêveber û endamên partî û saziyan jî tevlî bûn de, axaftin hatin kirin û banga yekîtî û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

DÊRIK

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan kes ku di nava wan de rêvber û endamên saziyan jî hebûn, di demjimêr serê sibehê de çûn Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Di axaftinên ku li goristanê hatin kirin de, êrîşên komên çete hatin şermezarkirin û berxwedana YPG’ê hate silavkirin.

Piştî ziyareta goristanê jî, girseya gel malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.  Endamên Konfederasyona Xwendekaran jî çûn gundê Rubarya û malbata şervanê YPG’ê Metin Mehemed ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir.

DIRBÊSIYÊ/SERÊKANIYÊ

Welatiyên li Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî di demjimêrên serê sibehê de berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di ziyareta ku rêveberên TEV-DEM û gelek partî û saziyan jî hebûn de, wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin.

Endamê TEV-DEM’ê Hisên Şawiş li vir axivî û êrîşên komên çekdar û bêdengiya hinek partiyên Kurd a li hemberî êrîşan şermezar kir. Şawiş her wiha bang li hemû kesî kir ku tevlî YPG’ê bibin.

Li bajarên Efrîn, Kobanê, Hesekê, Til Temir jî welatî goristan û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin.