Gelê Rojava şervanên YPG`ê spartin axê
Gelê Rojava şervanên YPG`ê spartin axê
Gelê Rojava şervanên YPG`ê spartin axê
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên di şerên heremên Girê Spî, Çilaxa de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmên girseyê hatin defin kirin.
Li bajarên Dêrik, Kobanê û Efrînê ji bo şervanên YPG’ê di şerên li herêma Girê Spî, Çilaxa jiyana xwe ji dest dabûn û ji şervana Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) ku li bajarê Efrînê di encama qezayekî de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmên girseyî hatin defin kirin.
KOBANÊ
Cenazeyên şervanên YPG'ê Cûdî Kobanê,Tîrêj, Demhat û endamê asayişê Dilşêr, ku di pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çete de li gundê Sûsik yê Rojavayê Girê Spî de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve, li goristana şehîdan ya gundê Tirmîkê hatin defin kirin. Li bajarê Kobanê bi hezaran welatiyên herêmê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û cenazeyên 4 cangoriyan wergiritin. Girseya gel cenazeyên cangoriyan li ser milan ta goristana şehîdan yaTirmîkê birin. Di meşê de girseya gel bê navber siloganên dilsoziya bi cangoriyan re berz kirin. Li goristanê merasîmek girseyî hate lidarxistin. Di merasîmê de, piştî rêzgirtinê, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, bi navê Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê Hisên Mihemed, hevseroka Meclisa Gel a Kobanê Ayşe Efendî, rêvebirê Asayişa Kobanê Feyad Hesen axivîn. Di axaftinan de şehîdên azadiyê hatin bibîr anîn û bal hate kişandin ser berxwedana lehengî ya şervanên YPG'ê li dijî komên çeteyan li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê.
Cenazeyên Cangoriyên azadiyê bi siloganan spartin axê.
DÊRIK
Cenazeyên Xemgîn Osê bi nasnav Bahoz li nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê wergirt û bi diruşme û tilîliyan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rêkirin. Merasîm li goristanê bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê Endama Desteya Bilind a Kurd Ilham Ehmed axaftinek kir û berxwedana şervanên YPG’ê silav kir. Ehmed, da zanîn ku êrîşên komên çete li dijî îrade, destkeftiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê pêk hatiye. Di dawiya axaftina xwe de Ilham Ehmed destnîşan kir ku siyaseta gelê kurd heta niha ya herî rast û durst xwe nîşan daye.
Dawîya merasîmê cenaze bi tîliyan spartin axê.
EFRÎN
Li bajarê Efrînê jî bi hezaran welatiya cenazeyê Şervana YPJ’ê Dîdar Welat ku di encama qezayekê de jiyana xwe jidest da, li goristana Şehîd Refîq ya gundê Metîna spartin axê.
Di merasîmê de endama Tevgera Civaka Deimokratîk (TEV-DEM) Rûken Efrînê axivî, Efrînî bal kişan ser berxwedan fedekariya jinên Kurd di nava têkoşîna azadiyê de. Di merasîmê de her wiha bi navê Saziya Malbatên Şehîdan, Şaziya Mihemed axivî û şehîdên şoreşê bibîr anîn.
Piştî merasîmê cenaze ji aliyê girseya gel spartin axê.