Gelê Samî li Swêdê li dijî talankirina axa xwe têdikoşe

Gelê Samî li Swêdê li dijî talankirina axa xwe têdikoşe

Gelê Samî ev nêzî hezaran salan e li herêma Laponya ya bakûrê Îskandinavyayê debara jiyana xwe bi gakûviyên Renê û masîvaniyê dikin. Niha jî li hemberî vekirina ocaxên kanzayan ên li ser axa wan nerazî ne. Nunerên gelê Samî diyar dikin ku madeyên kîmyewî axa wan qirêj dikin û tiştên ku diavêjin derdorê ziyanê didin xweza, ajal û wan bi xwe û ji hukûmetê dixwazin li hemberî vê yekê tedbîran werbigire.

Piştî ku daxwazên Samiyan bê bersiv man, li herêmên cîwarbûnê yên Girjas, Leavas, Jokkmokk, Rönnbäck û e Tärneby xwepêşandan li der xistin û xwediyê ocaxan û hukûmeta Swêdê protestok kirin. Dawiya hefteyê jî li paytext Stockholmê xwepêşandaneke mezin ji aliyê gelê Samî ve li Qada Medboragrplatsenê hate lidarxistin. Gelê xwecih ê Samî xwestin daxwazên xwe rabihihînin Wezareta Hawirdorê ya Swêdê. Lê ne wezîr ne jî tu rayedarên wezaretê nehatin û peyama Samiyan negirtin.

Li hemberî vê yekê Samiyan bala çapemeniya dîtbarî û nivîskî kişand ser xwe. Piraniya Samiyan bi kincên xwe yên kevneşopî ve beşdar bûn û xwediyên ocaxên kanzayan û hukûmeta Swêdê protesto kirin.

Gelên din ên xwecih jî yên li herêmên cûda yên Swêdê dijîn, li hemberî ocaxên kanzayan beşdarî xwepêşandanê bûn û piştgirî dan gelê Samî.

Di çalakiyê de xwediyê sewalên serbiçûk Nisse Carlstrom nameya xwepêşandêran a ji hukûmetê re xwend. Di nameyê de tê diyarkirin ku wezîfeya hukûmetê xizmet û parastina gel e û ji hukûmetê hate xwestin ku nekevin bin xizmeta xwediyên ocaxên kanzayan (maden).

XWEDÎKIRINA GAKÛVIYÊN RENÊ Û MASÎVANÎ BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE

Xwediya gavkûviyên Renê Asa Kaysa Rikko da zanîn ku hukûmetê rê daye vekirina van ocaxên kanzayan û diyar kir ku bermayên van ocaxan, zevî,daristan û robaran wêran dikin, ev yek jî xwedîkirina gakûviyên Renê û masîvanî bi tunebûnê re rû bi rû dimîne.

Masîvan Rune Ohlsson jî bi heman awayê hukûmetê rexne kir û bang li hemû gelên Swêdê kir ku ji bakûr heta başûr li dijî van polîtîkayên hukûmetê yên ku ziyanê didin xweza û mirovan derbikevin.

SEROKÊ PARLEMENTOYA SAMIYAN: EM PIŞTGIRÎ DIDIN DAXWAZÊN BIRAYÊN XWE KURDAN

Rayedarên payebilind ên Samiyan jî di xwepêşdanê de amad ebûn. Serokê Parlementoya Samiyan Stefan Mikaelsson da zanîn ku axa wan bi sedan sal ji aliyê mêtîngeran ve hate mêtin û niha jî ocaxên navnetweeyî li vê derê tên vekirin û da diyarkirin ku ew vê yekê qebûl nakin.

Gava me pirsa derbarê pêşketin û bûyerên li Kurdistanê û gelê Kurd de ji Mikaelsson pirsî, ev bersiv da:

“Em jî berê bîna gelê Kurdan me gelek êş kişand. Ziman û çanda me hate înkarkirin. Weke her gelên din mafê gelê Kurd jî heye ku saziyên xwe bi xwe ava bike, bi ziman û çanda xwe bijî û perwerdeya bi zimanê zikmakî bibîne. Divê ev yek neyê nîqaşkirin jî. Hemû daxwazên Kurdan rewa û mafdar in. Em piştgirî didin van daxwazan û di daxwazin em zêdetir birayên xwe yên Kurd hembêz bikin. Em weke gelê Samî piştgiriyê didin van daxwazên birayê xwe gelê Kurd. Em bang li dewleta Tirk jî dikin ku guh bide van daxwazan. Înarkirina parastin û perwerdehiya bi zimanê zikamkî li dijî mirovahiyê ye.”

Serokê Parlementoya Samî Mikaelsson bang li Tirkiyeyê kir ku li ber peymanên ku îmze kiriye bê, xwest dewleta Tirk helwesta xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne. Her wiha bang li Yekitiya Ewropayê kir ku daxwazên gelên Kurd û Samî bibihîse û destek bike.