Gelê Şengalê komplo şermezar kir

Gelê Şengalê komplo şermezar kir

Di salvegera 15. de komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîna li her cihên gelê Kurd lê dijîn, li Şengalê jî bi hêrseke mezin hat şermerzarkirin. Di civîna bi vê armancê hat lidarxistin de, dilsoziya bi Ocalan re hat nîşandan.

Li Şengalê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî Meclîsa Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) li salona Meclîsa Gel a Şengalê bi beşdariya sedan kesî civînek lidar xist. Di civînê de bal hat kişandin ser armancên komploya 9'ê Cotmehê û berdêlên mezin ên gelê Kurd di rêya azadiyê de dane, hatin destnîşankirin.

Di civîna şermezarkirina komployê ya TEVDA de her wiha der barê wate û girîngiya rojê de belavok hatin belavkirin.

Civîn bi dirûşmên li dijî komployê û dilsoziya bi Ocalan re, bi dawî bû.