Gelê Serêkaniyê vedigere cih û warê xwe
Gelê Serêkaniyê vedigere cih û warê xwe
Gelê Serêkaniyê vedigere cih û warê xwe
Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku di navbera YPG'ê û Artêşa Azad de peymana aştiyê hate îmzekirin, gelê ku koçberî gundan û Bakurê Kurdistanê kiribû vedigerin malên xwe.
Piştî şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar ên nêzî Artêşa Azad de rû dan, şêniyên bajêr koçberî gundên xwe yan Bakurê Kurdistanê kirin. Piştî peymana aşitiyêhate îmzekirin gelê Serêkaniyê vedigere ser cih û warê xwe.
Piştî peyman di navbera YPG'ê û Artêşa Azad de hate îmzekirn, tevî ziyan û wêraniya ku ji ber topên komên çekdar gihiştibû bajêr, gelê bajêr ên ku koçber bibûn vedigerin malên xwe û hewl didin bermahiyên pevçûnan paqij bikin. Her wiha îro dikandar dikanên xwe vekirin û çûn û hatin di nava kolanên bajêr de zêde bû. Li aliyekî din welatiyan malên xwe yên ku ji ber topên balsfirên rêjîmê û Artêşa Azad hilweşiyabûn temîr dikin.
Derbarê peymanê de welatiyan kêfxweşiya xwe nîşan dan û diyar kirn ku ew bi biryarên YPG'ê girêdayine û rola şervanên YPG'ê ya parastina pesinandin. Her wiha welatiyan bang li kesên ku koçber bûne bila di zûtirîn demde vegerin malên xwe.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd û muxalefeta Sûryê li Serêkaniyê li hev rûniştin, gelek hevdîtin hatin lidarxistin û di encamê de peyamneke ji 11 xalan di navbera YPG'ê û Artêşa Azad hate îmzekirin. Di peymanê de ku herdû aliyan li ser lihev kirin wiha hate gotin:
''Baweriya me bi Sûriya azad, gelê wê, xaka wê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhatiyên wê tê. Nerîna netewî û şofînîst ji tu aliya nayê qebûlkirin, yekirina hêza gel di şerê rumetê ya li dijî rêjîma Bass a şofînist û nîcatperest, avakirna Sûrya azad bi bin durişmeya ''Sûrya ji bo hemû Sûryane'' û hemû pêkhatî bi mafên xwe yê rewa şabibin, li ser bingehê dîroka resen û şaristanî ya herêmê, Sûriye bibe rêya azadiyê. Herdû alî li Serêkaniyê li hev civiyan û li ser van xalan li hev kirin:
1- Jinûve belavkirna hêzên leşkerî, valakirna bajêr ji hêzên çekdar bi temamî.
2-Avakirna lijneyekê demî ji herdû aliyan karê wê çavdêriya peymana ku li ser hate lihevkirin.
3- Ji bo rêvebiriya bajêr mecliseke herêmî ya sivîl ji hemû pêkhatiyên bajêr wê damezirandin.
4- Deriyê sînor ji aliyê meclisa sivîl wê were birêvebirin.
5- Meclisa sivîl wê rêveriya bajêr bigre ser xwe, mûdaxeleya hêzên leşkerî qedexe ye.
6- Sazkirina noqteyên kontrolê yên hevbeş di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad li despêka bajarê Serêkaniyê.