Gelê Serhedê bû lehî û herikî qada 1'ê Îlonê
Gelê Serhedê bû lehî û herikî qada 1'ê Îlonê
Gelê Serhedê bû lehî û herikî qada 1'ê Îlonê
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li herêma Serhedê bi deh hezaran welatî ji bo mîtînga aştiyê bûn lehî û herikîn qada aştî û çareseriyê ya Wanê. Bi deh hezaran dema herikîn qada mîtîngê polîsan destûr neda girse bi komî têkeve qadê. Lê bi deh hezaran kes bi alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin qada mîtîngê.
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di pêşengiya BDP, HDP û saziyên sivîl ên civakî li Wanê mîtînga herêmî pêk hat. Di mîtîngê de bi deh hezaran welatiyên ku ji bajar û navçeyan hatin Wanê li gel astengiyên polîsan herikîn qada mîtîngê.
Bi hezaran welatî li tenişta Parka Altayli ya Wanê kom bûn û ji kolana Maraş û Sixke herikîn qada Qada Beşyolê ya mîtîngê. Girseya ku li Parka Dabbaoglu kom bûn û xwestin bimeşin qada mîtîngê rastî astengiyên polîsan hatin.
Li qada mîtîngê 2 nuqteyên lêgerînê hatin avakirin û gel yek bi yek li nuqteyên kontrolê re derbas bûn. Di navbera girseya ku xwestin bimeşin qada mîtîngê û polîsan de rageşî derket.
Qada mîtîngê ji aliyê maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin û 2 helîkopter bê navber li ser girsê meşiyan. Qada mîtîngê bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin û alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û pankartên "Aştî serkeftina berxwedanê ye" "Tenê rêyek nehat ceribandin ma, ew jî Aştî ye", "Em ne mirin, çareseriyê dixwazin" û "Salvegera yekemin a Şoreşa Rojava em silav dikin", "Bi rihê Newrozê em bi ber aştiyêke bi rûmet ve dimeş in", "Em şoreşa Rojava silav dikin" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî aşitî", û "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" berz kirin.
Mîtîngê bi rêzgirtin û sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir. Serokê Komîtiya Amadekar Omer Işik, axaftina vekirinê kir. Işik, da zanîn ku her tim saziyên sivîl ên civakî li dijî şer in. Piştre parlamenterên BDP'ê, Şanedar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî gel slav kirin. Mîtîng piştî axaftinan bi konsera hunermendên NÇM'ê didome.