Gelê Sêrt, Êlih û Amedê ji bo mîtînga Cizîrê ketin li ser rê
Gelê Sêrt, Êlih û Amedê ji bo mîtînga Cizîrê ketin li ser rê
Gelê Sêrt, Êlih û Amedê ji bo mîtînga Cizîrê ketin li ser rê
Rêxistina Navenda Giştî ya BDP'ê dê li dijî "Dîwarê şermê" û têlên li ser sînorê Roboskiyê tê pêçandin, piştî nîvro li Cizîrê mîtîngê pêk bîne û li Nisêbînê jî meşek girseyi pêk bîne. Ji bo mîtîng û meşa li dijî sînor û dîwarê şermê karwanên ku ji sedan maşîne pêk dihat, ji Sêrt, Êlih, Amed û navçeyên wan ber bi Cizîrê ve birê ketin.
Rêxistina BDP'ê dê li dijî "Dîwarê şermê" û têlên li ser sînorê Roboskiyê tê pêçandin, piştî nîvro li Cizîrê mîtîngê pêk bîne û li Nisêbînê jî meşek girseyi pêk bîne. Ji bo mîtîng û meşa li dijî sînor û dîwarê şermê ji gelek navend û navçeyan bi sedan maşîne karwan çêkirin û berê xwe dan Cizîrê. Li Sêrt û navçeyên Sêrtê di pêşengiya BDP, HDP, Dayikên Aştiyê, ÎHD, TUHAD-DER, MKM, MEYA-DER'ê li ber avahiya BDP'ê ya Sêrtê kom bûn û bi tevlêbûna sedan maşîneyan berê xwe dan Cizîrê.
BI SEDAN MAŞÎNE JI ÊLIHÊ JÎ ÇÛN CIZÎRÊ
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê bi tevlêbûna sedan maşîneyan berê xwe dan Cizîrê. Karwan berî bu bi rê bikeve siloganên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" ve "Bijî berxwedana YPG" gotin.
KARWANA AMED Û NAVÇEYÊN AMEDÊ JÎ BERÊ XWE DAN CIZÎRÊ
Li Amed û navçeyên Amedê jî dipêşengiya Rêxistina BDP'ê de bi tevlêbûna sedan maşîneyan karwan ber bi Cizîrê ve bi rê ket. Rêxistina BDP'ê ya Amedê di saetên serê sibê de li ber avahiya BDP'ê ya bajar bi slogana "Ne Serxet, ne Binxete Em sinara Naxawazin" gotin û bi rê ketin. Ji Amedê 3 otobusên mesin û bi dehan maşîneyan karwan çû Cizîrê.
Ji navçeya Farqînê bi 25 maşineyên taybet û 20 dolmîşan, li Bismilê gelek maşîne û ji Navçeya Rezan a Amedê jî gelek maşîne karwan çêkirin û berê xwe dan Cizîrê.