Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava alîkariyê kom dike
Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava alîkariyê kom dike
Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava alîkariyê kom dike
Di çarçoveya alîkariya ji bo Kurdên Rojava de, îro li bajarê Silêmaniyê piştî nimêja nîvro a roja Înê li mizgefta Reşîd alîkarî hate komkirin.
Di dema xwendina weaza xutbeyê de melayê mizgefta Reşîd, Mela Nadir daxwaz ji gelê Silêmaniyê kir ku alîkarî bide xwişk û birayên xwe yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê da ku penaber nebin û Rojava vala nekin.
Mela Nadir got; “valakirina Rojava bi cihanîna plana dijminane. Dijminê ku tişta nikare bi şer pêk bîne, hewl dide bi koçberkirinê bicih bîne. Ev yek jî wê xirabiyên gelek mezin bi xwe re bîne. Ji ber vê yêkê jî pêwîste em hemû li gorî derfetên xwe alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Piştî nimêj xelas bû, endamên standê dest bi komkirina alîkariyê kirin û ji aliyê gel ve bi şêweyekî pir germ hate pêşwazîkirin.
Şêniyên Silêmaniyê, ji roja Pêncşemê û vir ve alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistane kom dike.