Gelê Wanê ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze berhev kir
Gelê Wanê ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze berhev kir
Gelê Wanê ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze berhev kir
Li Wanê ji bo perwerdehiya kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hatin berhev kir.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got: "Di rojeva me de perwerdehiya kurdî nîne. Jixwe tiştekî wiha dê welat perçe bike". Li Aliyek ji bo perwerdehiya Kurdî çalakî tên lidarxistin û ji aliyê din jî kampanyayên îmzeyan didomin. Li Wanê ji bo perwerdehiya Kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hat berhevkirin. Kampanya di pêşengiya KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê, HDK, Komeleya Piştevaniya Weliyên Xwendekaran (OVDER) û NÇM'ê de li bajar standên îmzeyan hatin vekirin û stand rastî eleqeyeke mezin ya gel hatin.
‘JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ ÇI JI DESTÊ ME WERE EMÊ PÊK BÎNIN’
Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan da zanîn ku, daxwaza gel ya ji bo perwerdehiya ziman pir mezin e û wiha got: "2 stand hatin vekirin û ev îmzeyên hatine berhevkirin nîşan dide ku gel girîngiyeke mezin nîşanî perwerdehiya zimanê zikmakî didin. Bi sedan salin dewlet daxwazên gelê Kurd asteng dike. Dixwazin gelê Kurd asîmîle bikin. Hikûmeta AKP'ê li zanîngehan bi vekirina beşa Kurdolojiyê ve dixwaze gelê Kurd bixapîne. Hemû kes dizane ku Kurdî zimanekî bijartinê nîne, zimanê zikmakî ye. Em jî bang li gelê xwe dikin ku zarokên xwe neşînin dersên bijarte. Ji bo perwerdehiya kurdî çi ji destê me tê em ê pêk bînin."
Aşkan di berdewama axaftinên xwede anî ziman ku, dê îmzeyên hatine berhevkirin bi girseyî radestî Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bikin û wiha axivî: "Bila dewlet baş bizanibe ku gelê Kurd her dem daxwaza zimanê zikmakî kiriye, dike û dê jiniha û şunde jî bike. Tayyîp Erdogan dibêje 'Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, dê Tirkiye perçe bibe'. Bila Erdogan vê baş bizanibe ku heta daxwaza perwerdehiya Kurdî pêk neyê, dê Tirkiye ber bi perçebûnê ve biçe."