Gelê Wanê wê biherike Pirsûsê

Gelê Wanê wê biherike Pirsûsê

Rêxistina DBP'ê ya Wanê daxuyand ku wê ji bo pêşîlegirtina derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ya sînorê Kobanê îşev wê ber bi Pirsûsê ve bi rê kevin.

Rêxistina DBP'ê ya Wanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê îşev ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku dikeve hemberî Kobanê ve bi rê kevin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Armanca van êrîşan tunekirina destkeftiyên Kantona Kobanê û Kurdistanê ye. Êrîşen çeteyan îro gihiştine astekî herî dijwar. Em vî şerê rûmetê ji dûr ve temaşe nakin. Di serî de em bang li gelê Wanê, hemû sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku li hemberi van êrîşan bêdeng nemînin û bi ruhê seferberiye berê xwe bidin Pirsûsê."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo kesên ku nikarin bi derfetên xwe biçin Kobanê saet di 22.00'an de wê ji ber avahiya rêxistinê otobus bên rakirin