Gelê Yewnanîstanê îro diçe ser sindoqan

Gelê Yewnanîstanê îro diçe ser sindoqan

Gelê Yewnanîstanê ji bo hilbijartina ji bo welatên û Yekitiya Ewropayê ye, îro diçe ser sindoqan.

Pêşbaziya di navbera Tevgera Demokratên Nû û Yekitiya Çepgirên Radîkal a di bin rêbertiya Alexis Tsipras de çarenûsa pereyê hevpar ê Euro yê dê dîyar bike. Tevgera Demokratîk a Nû dixwaze Yewnanîstan di Herêma Euroyê de bimîne, lê rêberê tevgera Syriza, Tsiparas, yê ku di hilbijartina 6’ê gulanê de bi awayeke surprîz bi ser ket, jî bi tundî li dijî endamtiya Euroyê ye û di heman demê de li dijî plana bûtçeyê ya YE’yê ye jî.

Ger Syriza bibe hikûmet, dê di pêngava yekemîn de dê birîna pere ya ji aliyê hikûemta muhafezakar ve hatibû pêkanîn betal bike û dê ji nû ve bi saziyên YE’yê re dest bi bazirganiyê bike.

Lê muhafezakar dibêjin ku ger Syriza careke din bi YE’yê re bazarê bike, dê Yewnanîstan wenda bike, ji ber ku YE amade ye ku welatê wan ji Euroyê derxîne.

Di dawiya meha gulanê de endamên Komîsyona Ewropayê biryar dabûn ku Yewnanîstan di Euroyê de bimîne.

Lê ekonomîst dibêjin ku ger Yewnanîstan dest bi karanîna drahmiye bike û YE piştgiriya xwe ya ji bo wê bikişîne, dê bi temamî îflas bike û ev yek jî dê bibe sedem ku welat bi salan ji krîza aboriyê rizgar nebe.

Ji aliyeke din ve jî tê îdîakirin ku polîtîkayên “şidandina kemberê” ya ji aliyê YE’yê ve hat pêşniyarkirin encam digire. Di vê sala dawiyê de deynê hikûmeta Yewnan ji sedî 17 daket.

Partiyên çepgir jî diyar dikin ku hikûmetê welat ber bi krîzê ve biriye û gel bedela vê yekê dide, ev yek jî ne edalet e.