Gelê Zaxo bi mîtîngekê piştgirî da PÇDK’ê

Gelê Zaxo bi mîtîngekê piştgirî da PÇDK’ê

Gelê Zaxoyê bi coşeke mezin lîsteya 113 a PÇDK'ê pêşwazî kir. Bi beşdariya Hevseroka PÇDK’ê, namzetên lîsteya 113 û bi sedan şêniyên bajêr, ahengek hat darxistin.

Duh êvarê saet di 17.30 de li beramber koşka hunerî ya Zaxoyê, bi amadebûna Hevseroka  Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan PÇDK’ê Necibe Omer, namzetên lîsteya 113 bi hejmara 2 Dr. Kamoran Berwarî, endazyar Mehdî Salihê hejmara 8’a  lîsta 113 ya PÇDK’ê, bi amadebûna çend hunermend û bi sedan şêniyên bajarê Zaxo bi mebesta bangawaziyên hilbijartinê mîtîngek hat li darxistin. Di mîtîngê de stran, helbest, peyam hatin pêşkêş kirin û fîşekên hewayî hatin teqandin.

Di mîtîngê de namzetê lîsteya 113’an yê hejmar 8 endazyar Mehdî Salih axaftin kir û got: “Wekî lîsteya 113’an a PÇDK’ê projeyên me yên çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên nav civakê û hemû bîr û baweriyan hene. Bi dengê we emê serdemek nû bidin destpêkirin. Em rê nadin ku ciwanên me bê îrade û bê hêvî bimînin."

Seroka lîsteya 113’e a PÇDK’ê  Necîbe Omer jî ji gel re axivî û got: “Partiya Çareserî ji destpêka damezrandinê heya niha bi zihniyetek nû û bi siyasetekî nû li Başûrê Kurdistanê xebatê dike. Yek ji van projeyên me ewe ku em zihniyeta eşîrperestî rakin û bingeha jiyana bi hev re ava bikin.”

Namzetê lîsteya 113’e yê hejmar 2 Dr. Kamoran Berwarî jî axaftinek  kir û got: “ Em ji bo azadiyê hatine, ne ji bo astengiya azadiya kesek din hatine. Em hewl didin destûrek bingehîn ji îradeya gelê Kurd li herêma Kurdistanê dirûst bikin. Ji bo li Kurdistanê demokrasî û dadperwerî bi serbikeve, em wekî lîsteya 113’ê  berxwedan û têkoşînê dikin û bi vê armancê lîsteya 113 hatiye ava kirin.” 

Di dawiya axaftin û peyaman de govend hat gerandin û  bi diruşmêyên “ Em hatin Apocî, gendel tuyê bi ku de biçî ”, “ Çareserî deng tîne, parlemanê dihejîne”, “ Bijî Rêber Apo” miting bi dawî bû.