Gelek balefirên şer ji Amedê rabûn

Gelek balefirên şer ji Amedê rabûn

Hêjmarek zêde balefirên ji Amedê rabûn. Liv û tevgera ji serê sala 2013’an ve li Amedê bi awayek pir zêde destpê kir bênavber didome. Hêjmarek balefirên şer yên artêşa Tirk ji 8’mîn Baregeha Jetan ya girêdayî 2’mîn Fermandariya Hêza Hewayî rabûn, nehat zanîn ber bi kîjan herêmê ve firiyan.

Hêjayî gotinê ye ku, ev demeke artêşa Tirk lezdaye operasyonên hewayî û herêmên di bin parastina gêrîlayan de bombebaran dike.