Gelên Tirkiyeyê di nobeta berxwedanê de ne

Gelên Tirkiyeyê di nobeta berxwedanê de ne

Heyeta ji nûnerên HDP’ê û partiyên din pêk tê bi armanca piştgiriya ji Kobanê re ku çûn Pirsûsê tevlî çalakiya nobetê ya li sînorê Kobanê û Pirsûsê bûn. Heyeta ku destpêkê Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê ziyaret kir paşê derbasî gundê Elîzer derbas bûn û li wir peyama piştgiriya şoreşa gelên Kobanê dan. Wê heyet li 6 nuqteyan nobetê bigire.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, endamên MYK û PM a HDP’ê û ODP, Halkevlerî û serokên pêkhateyên HDP’ê Seroka Giştî yê ESP’ê Sultan Ulusoy, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Tuncay Yilmaz, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Hevberdevka Partiya Pêşaroja Çepgir û Keskan Sevîl Turan û Hevseroka Giştî ya ODP’ê Bîle Seçkîn Çetînkaya, Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun û Alîkarê Serokê Giştî yê Halkevlerî Samut Karabuluk, Parlamenterê Mersînê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê Levent Tuzel û hwd. gelek siyasetmedar piştî serdana Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê derbasî gundê Elîzer bûn û bi gelê ku nobetê digire re hatin gel hev.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek kesên ku ji bo xwedîderketina li Kobanê ji her cihên Tirkiyeyê hatine spas kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got: “500 metre dûrî vir şerek heye. Ev şer şerê tevahî gelan e. Ev gel sînor û girtîgehên li ser wan tên ferzkirin red dikin. Hikûmeta Tirkiyeyê di vî şerî de di serî de aliyê şaş û neheq hilbijartiye. Li vir di her dilopa xwîna tê rijandin de sûcê hikûmetê heye. Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin da ku li rex gelan cih bigirin.” Siyasetmedar û nûnerên saziyan jî di axaftinên xwe de gotin ku wê bi berxwedana Rojava re di nav piştgiriyê de bin.