Gelo dawî hikûmeta Malikî tê?

Gelo dawî hikûmeta Malikî tê?

Ji Parlementoya Iraqê komek parlementer daxwaza daxistina Serokwezîr Nûrî El Malikî ji Serokkomar Celal Talebanî re ragihandin. Talabanî ji bo lêkolînkirina daxwazê komîsyonek saz kir.

Li gorî agahiyan, komek parlementerên Kurd û Sunî yên Parlementoya Iraqê ji bo bawerî ji Nûrî Malikî bê girtin, daxwaznameyek ji Talabanî re ragihandin. Talabanî ji bo nirxandina daxwazê, komîsyonek ava kir û ji bo vê yekê jî Rêveberê Ofîsa Serokkomartiyê Nizar Mihemed Seîd peywirdar kir.

Ev demek dirêj e di navbera Malikîyê Şiî û Kurd û Suniyan de alozî û pirsgirêkên mezin berdewam dikin. Di civîna di 30’ê gulanê de li Silêmanî bi beşdariya Kurdan û Suniyan pêk hat, de ji Talebanî hat xwestin ku ji bo bawerî ji Malikî bistîne fermanê bide parlementoyê. Talabanî jî diyar kiribû ku ji bo vê yekê 163 parlementer divê bi fermî daxwaz bikin.

Ji parlementerên Kurd Şerîf Silêman der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurd ji Malîkî standina baweriyê red nakin û ragihand ku divê kesek ku hemû hêz û alî li ser hev bikin hebin, wê demê dê tiştek wiha pêk bê.

Silêman diyar kir ku ji bo cihê Malikî navên Serokê Konseya Bilind a Îslamî Adil Ebdulmehdî, Bekir Cebr El Zubeidi, Serokê Yekgirtina Neteweyî Îbrahim El Caferi Serokê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Ehmed Çelebî derbas dibin.